Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #94 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewan tiştên ku bi wan sermestî çê dibe û xumar û kevirên çikandî (pût, yi jî ji bona litê kirina dilxwazîyan bi perestî li ser gorî têne jêkirinê) û destegul (li ser wan, navan dinivîsin; navê kîjanî derkebe destegulya wî ye) hemûşk jî sik in; ji karê pelîd in. Îdî hûn xwe ji wan (karan) biparisînin. Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin
إِنَّمَا يُرِيدُ الشَّيْطَانُ أَنْ يُوقِعَ بَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ فِي الْخَمْرِ وَالْمَيْسِرِ وَيَصُدَّكُمْ عَنْ ذِكْرِ اللَّهِ وَعَنِ الصَّلَاةِ ۖ فَهَلْ أَنْتُمْ مُنْتَهُونَ
Bi rastî pelîd divê ku bi wan tiştên sermestok û bi xumarê di nava we da neyartî û xeşmê çê dike, û we bîr aîna Yezdan û ji nimêjkirinê bide para da. Îdî hûnê ji van biparisînin, wusa nîne
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَاحْذَرُوا ۚ فَإِنْ تَوَلَّيْتُمْ فَاعْلَمُوا أَنَّمَا عَلَىٰ رَسُولِنَا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ
Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û bi gotina pêxember bikin û hûn xwe ji bê gotina wan biparisînin. Îdî heke hûn ji gotina wan derkebin, hûn bizanin! Bi rastî li ser pêxemberê me, hey ragihandina van biryaran bi vekirî heye (ji pêştirê wî qe tu pirsa wî tune ye)
لَيْسَ عَلَى الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جُنَاحٌ فِيمَا طَعِمُوا إِذَا مَا اتَّقَوْا وَآمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ثُمَّ اتَّقَوْا وَآمَنُوا ثُمَّ اتَّقَوْا وَأَحْسَنُوا ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Di gava ewan xwe (ji hemberya Yezdan hatinê da) parisandibin û bi wî bawer kiribin û karê aştî jî kiribin, paşê li pey (vê kirina xwe da, dîsa xwe ji kirini qedexan) parisandibin û bi wan (qedexan jî) bawer kiribin (ku ewan qedexe ne) û pasê (li pey vî da jî dîsa xwe ji kirina xirabîyan) parisandibin û qencî kiribin, ji bo ku ewan, ji wan (qedexeyên borî) çeşne kirine, qe tu gonehkarî li ser wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî şixwa ji qencîkaran hez dike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَيَبْلُوَنَّكُمُ اللَّهُ بِشَيْءٍ مِنَ الصَّيْدِ تَنَالُهُ أَيْدِيكُمْ وَرِمَاحُكُمْ لِيَعْلَمَ اللَّهُ مَنْ يَخَافُهُ بِالْغَيْبِ ۚ فَمَنِ اعْتَدَىٰ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَلَهُ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi sond! Yezdan we (di gava ihramê da) bi wan nêçîrên, ku dest û rimên we digihêjîne wan (ji bo ku hûn ewan bigirin) diceribîne, ji bo ku Yezdan bi wanê di penhatîyê da ji wî ditirsin, bizane (ka kîjan ji we di wê gavê da xwe ji qedexeyên wî diparisîne. Îdî kîjan ji virha (ji wan biryarên, ku Yezdan ji bona qedexeyên ihrama hecê ra danîye) bibore, bira ewa bizane, ku bi rastî ji bona wî ra şapateke dilsoz heye

Choose other languages: