Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #211 Translated in Kurdish

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَشْرِي نَفْسَهُ ابْتِغَاءَ مَرْضَاتِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ رَءُوفٌ بِالْعِبَادِ
Û hinek ji merivan jî hene, ku canê xwe di rêya Yezdan da difiroşe (xwe dide kuştinê) ji bo ku qayîlbûna Yezdan bikire. Bi rastî Yezdan bi xweber jî ji bona bendenê xwe ra henûn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا ادْخُلُوا فِي السِّلْمِ كَافَّةً وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ
Gelî bawergeran! Hûn bi hemûtî bikebine ola bi nav Îslamê (ya jî bi hemûtî bi aştî bijîn, li hev werin.) Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xwûya ye
فَإِنْ زَلَلْتُمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْكُمُ الْبَيِّنَاتُ فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
(Gelî bawergeran!) Heke hûn ji piştî, ku ewan biryarne huzwartî ji we ra hatibe bişimitên, îdî hûn bizanin! Bi rastî Yezdan servahetê bijejke ye
هَلْ يَنْظُرُونَ إِلَّا أَنْ يَأْتِيَهُمُ اللَّهُ فِي ظُلَلٍ مِنَ الْغَمَامِ وَالْمَلَائِكَةُ وَقُضِيَ الْأَمْرُ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Qey ewan hêvî ne, ku Yezdan bi tevê firiştan va di nava sîne ji ewran da (bi ser wan da şapatan) bînin û paşîya bûyera wan pêk hatibe, guman dikin? Hemû bûyer hey li bal Yezdan da dizivirin
سَلْ بَنِي إِسْرَائِيلَ كَمْ آتَيْنَاهُمْ مِنْ آيَةٍ بَيِّنَةٍ ۗ وَمَنْ يُبَدِّلْ نِعْمَةَ اللَّهِ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُ فَإِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
(Muhemmed!) tu ji zarne cihûyan bipirse; ka me ji bona wan ra çi qa beratenê daveker daye? Û kê qencîne Yezdan ji piştî ku ji wî ra hatibe, biguhure, bira bizane! Bi rastî Yezdan zor şapat e

Choose other languages: