Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #212 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا ادْخُلُوا فِي السِّلْمِ كَافَّةً وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ
Gelî bawergeran! Hûn bi hemûtî bikebine ola bi nav Îslamê (ya jî bi hemûtî bi aştî bijîn, li hev werin.) Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xwûya ye
فَإِنْ زَلَلْتُمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْكُمُ الْبَيِّنَاتُ فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
(Gelî bawergeran!) Heke hûn ji piştî, ku ewan biryarne huzwartî ji we ra hatibe bişimitên, îdî hûn bizanin! Bi rastî Yezdan servahetê bijejke ye
هَلْ يَنْظُرُونَ إِلَّا أَنْ يَأْتِيَهُمُ اللَّهُ فِي ظُلَلٍ مِنَ الْغَمَامِ وَالْمَلَائِكَةُ وَقُضِيَ الْأَمْرُ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Qey ewan hêvî ne, ku Yezdan bi tevê firiştan va di nava sîne ji ewran da (bi ser wan da şapatan) bînin û paşîya bûyera wan pêk hatibe, guman dikin? Hemû bûyer hey li bal Yezdan da dizivirin
سَلْ بَنِي إِسْرَائِيلَ كَمْ آتَيْنَاهُمْ مِنْ آيَةٍ بَيِّنَةٍ ۗ وَمَنْ يُبَدِّلْ نِعْمَةَ اللَّهِ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُ فَإِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
(Muhemmed!) tu ji zarne cihûyan bipirse; ka me ji bona wan ra çi qa beratenê daveker daye? Û kê qencîne Yezdan ji piştî ku ji wî ra hatibe, biguhure, bira bizane! Bi rastî Yezdan zor şapat e
زُيِّنَ لِلَّذِينَ كَفَرُوا الْحَيَاةُ الدُّنْيَا وَيَسْخَرُونَ مِنَ الَّذِينَ آمَنُوا ۘ وَالَّذِينَ اتَّقَوْا فَوْقَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ وَاللَّهُ يَرْزُقُ مَنْ يَشَاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
Jîna cihanê ji bona wanê file hatîye xemlandinê û ewanê file bi wanê bawer kirine tinazan dikin. Di roya rabûna hemû da jî ewanê Xuda parisî dikin, li sitû wanê file da nin. Yezdan ji bona evînê xwe ra bê hijmar rozînan dide

Choose other languages: