Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #31 Translated in Kurdish

وَاللَّهُ يُرِيدُ أَنْ يَتُوبَ عَلَيْكُمْ وَيُرِيدُ الَّذِينَ يَتَّبِعُونَ الشَّهَوَاتِ أَنْ تَمِيلُوا مَيْلًا عَظِيمًا
Û Yezdan (bi van biryaran) divê, ku gunehên we ji bona we ra bibaxişîne lê ewanê, ku dibin peyrewê hewasa xwe hene! Ewan divên, ku we bi xarîyeke mezin alîyê gunehan da xar bikin
يُرِيدُ اللَّهُ أَنْ يُخَفِّفَ عَنْكُمْ ۚ وَخُلِقَ الْإِنْسَانُ ضَعِيفًا
Ji ber ku meriv bêwec hatîye afirandinê; Yezdan divê (ku barê weyê ji biryaran heye) sivik bike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَأْكُلُوا أَمْوَالَكُمْ بَيْنَكُمْ بِالْبَاطِلِ إِلَّا أَنْ تَكُونَ تِجَارَةً عَنْ تَرَاضٍ مِنْكُمْ ۚ وَلَا تَقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ بِكُمْ رَحِيمًا
Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn malê hevdu di nava hev da bi sedemên pûç nexun. Lê hûn (malê hev di nava hev da) bi kirîn û firotina bi qayîlbûna ji herdu , alîyên ji we (bixun). Û hûn bi xweber xwe bi ne duristî nekujin. Bi rastî Yezdan ji bona we ra dilovîn e
وَمَنْ يَفْعَلْ ذَٰلِكَ عُدْوَانًا وَظُلْمًا فَسَوْفَ نُصْلِيهِ نَارًا ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرًا
Û kîjan (evan qedexan) bi neyartî û bi cewrî bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî emê ewî li bal agir da bikişînin. Û şapatdana hanê şixwa li ser Yezdan hesanî ye
إِنْ تَجْتَنِبُوا كَبَائِرَ مَا تُنْهَوْنَ عَنْهُ نُكَفِّرْ عَنْكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَنُدْخِلْكُمْ مُدْخَلًا كَرِيمًا
Heke hûn xwe ji gunehên mezinên, ku hûn ji bona ne kirina wan hatine fermankirinê biparisînin, emî sikatîyên we veşerin û emê we bixin şûneke dilxweş (ku di wura da hunê bêne mexzûvankirinê)

Choose other languages: