Surah An-Nisa Ayahs #32 Translated in Kurdish
يُرِيدُ اللَّهُ أَنْ يُخَفِّفَ عَنْكُمْ ۚ وَخُلِقَ الْإِنْسَانُ ضَعِيفًا
Ji ber ku meriv bêwec hatîye afirandinê; Yezdan divê (ku barê weyê ji biryaran heye) sivik bike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَأْكُلُوا أَمْوَالَكُمْ بَيْنَكُمْ بِالْبَاطِلِ إِلَّا أَنْ تَكُونَ تِجَارَةً عَنْ تَرَاضٍ مِنْكُمْ ۚ وَلَا تَقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ بِكُمْ رَحِيمًا
Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn malê hevdu di nava hev da bi sedemên pûç nexun. Lê hûn (malê hev di nava hev da) bi kirîn û firotina bi qayîlbûna ji herdu , alîyên ji we (bixun). Û hûn bi xweber xwe bi ne duristî nekujin. Bi rastî Yezdan ji bona we ra dilovîn e
وَمَنْ يَفْعَلْ ذَٰلِكَ عُدْوَانًا وَظُلْمًا فَسَوْفَ نُصْلِيهِ نَارًا ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرًا
Û kîjan (evan qedexan) bi neyartî û bi cewrî bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî emê ewî li bal agir da bikişînin. Û şapatdana hanê şixwa li ser Yezdan hesanî ye
إِنْ تَجْتَنِبُوا كَبَائِرَ مَا تُنْهَوْنَ عَنْهُ نُكَفِّرْ عَنْكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَنُدْخِلْكُمْ مُدْخَلًا كَرِيمًا
Heke hûn xwe ji gunehên mezinên, ku hûn ji bona ne kirina wan hatine fermankirinê biparisînin, emî sikatîyên we veşerin û emê we bixin şûneke dilxweş (ku di wura da hunê bêne mexzûvankirinê)
وَلَا تَتَمَنَّوْا مَا فَضَّلَ اللَّهُ بِهِ بَعْضَكُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ ۚ لِلرِّجَالِ نَصِيبٌ مِمَّا اكْتَسَبُوا ۖ وَلِلنِّسَاءِ نَصِيبٌ مِمَّا اكْتَسَبْنَ ۚ وَاسْأَلُوا اللَّهَ مِنْ فَضْلِهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمًا
Û hûn dilxwazîya wî tiştê, ku Yezdan hinekên we li ser hinekên ji we, bi wan aborî kirîye, nekin (yanî xwezîka malê wî, ya jî para wî ji bona min ra bûya bi dilxwazî ne bêjin). Ji bona mêran ra ji keda ewan kirîye par heye û ji bona jinan ra jî ji keda ewan kirîye par heye. Û hûn ji Yezdan dilxwazîya (tiştan) ji abora wî bikin. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
