Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #18 Translated in Kurdish

وَمِنَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّا نَصَارَىٰ أَخَذْنَا مِيثَاقَهُمْ فَنَسُوا حَظًّا مِمَّا ذُكِّرُوا بِهِ فَأَغْرَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۚ وَسَوْفَ يُنَبِّئُهُمُ اللَّهُ بِمَا كَانُوا يَصْنَعُونَ
Û me ji wanê ku gotine: “Bi rastî em mexînîne (em arikarên Îsa ne) jî peymanan hildaye. Îdî ewan mexînan pareke (ji wan biryarên) ku ji wan ra hatibûye gotine bîrva kirine. Îdî me jî di nava wan da heya roya rabûna hemû da, neyartî û xerez xistîye (helan). Yezdanê ji bona wan ra ewê kirina wan e, ku ewan ji xwe ra xistibûye pêş e, bêje
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ قَدْ جَاءَكُمْ رَسُولُنَا يُبَيِّنُ لَكُمْ كَثِيرًا مِمَّا كُنْتُمْ تُخْفُونَ مِنَ الْكِتَابِ وَيَعْفُو عَنْ كَثِيرٍ ۚ قَدْ جَاءَكُمْ مِنَ اللَّهِ نُورٌ وَكِتَابٌ مُبِينٌ
Gelî ewanê xweyê pirtûk! Bi rastî li bal we da pêxemberê me hatine. Ewan (biryarên) ku di pirtûkê da hebûn, we penha dikir, ji bona we ra ewa (pêxembera) pirê wan (biryaran) vedike û ji pirê wan (biryaran) jî dibore (qe ji wan axiftin nake). Bi sond! Ji Yezdan bona we ra ruhnayek û pirtûkeke daveger hatîye
يَهْدِي بِهِ اللَّهُ مَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَهُ سُبُلَ السَّلَامِ وَيُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِهِ وَيَهْدِيهِمْ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Yezdan bi wê pirtûkê, ewan merivên ku di binê peyrewê qayîlbûna wî, digihîne rêne parisvan û ewa ewan merivan (bi wê pirtûkê) ji tarîtîyê li bal ruhnayê da derdixe. Erê! Ewa, ewan tîne rêya rast
لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ ۚ قُلْ فَمَنْ يَمْلِكُ مِنَ اللَّهِ شَيْئًا إِنْ أَرَادَ أَنْ يُهْلِكَ الْمَسِيحَ ابْنَ مَرْيَمَ وَأُمَّهُ وَمَنْ فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا ۗ وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۚ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Bi sond! Ewan merivên, ku gotine: “Yezdan Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê bi xweber e. (bi wê gotina xwe) bûne file.” (Muhemmed tu ji wan ra) bêje: “Heke Yezdan bivê, ku Mesîhê kûrê Meryemê û dîya Mesîh û hemû kesên di zemîn da hene jî teşqele bike, gelo kê dikare, ku ewan ji teşqelekirina wî bi tiştekî bide para?” Û seroktîya ezman û zemîn û çi tişta di nava wan herdukan da heye, hey ji bona Yezdan ra ne. Ewa çi tişta bivê ewî diafirîne. Şixwe Yezdan li ser hemû tiştan dişî
وَقَالَتِ الْيَهُودُ وَالنَّصَارَىٰ نَحْنُ أَبْنَاءُ اللَّهِ وَأَحِبَّاؤُهُ ۚ قُلْ فَلِمَ يُعَذِّبُكُمْ بِذُنُوبِكُمْ ۖ بَلْ أَنْتُمْ بَشَرٌ مِمَّنْ خَلَقَ ۚ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ وَإِلَيْهِ الْمَصِيرُ
Cihû û Mexînan gotine: “Bi rastî em kurên Yezdan in û em hezgerên wî ne.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “(Heke hûn kur û hezgerên wî ne) îdî ewa çima we bi gonehên we şapak dike? Na,! (gotina we nîne) lê ewan kesên ku (Yezdan ) afirandine hene! Hûn jî ji wan in. Ewa ji kîjanî ra bivê dibaxişîne û kîjanî ra jî bivê, ewî şapat dike. Û seroktîya ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan da heyî, hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa zivirandina (para da) bi xweber jî li bal wî da ne

Choose other languages: