Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #40 Translated in Kurdish

فَأَزَلَّهُمَا الشَّيْطَانُ عَنْهَا فَأَخْرَجَهُمَا مِمَّا كَانَا فِيهِ ۖ وَقُلْنَا اهْبِطُوا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّ ۖ وَلَكُمْ فِي الْأَرْضِ مُسْتَقَرٌّ وَمَتَاعٌ إِلَىٰ حِينٍ
Îdî pelîd ewan herduk jî ji bihiştê şimitandin û ewan herduk ji wan xweşîne, ku ewan berê têda bûn, derxistin. Me jî (ji bona wan ra) got: “Hûn ji bihiştê berjêr bibin, hinekî ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hûnê heya danekî di zemîn da bi vê temtêlê bijîn
فَتَلَقَّىٰ آدَمُ مِنْ رَبِّهِ كَلِمَاتٍ فَتَابَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّهُ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
(Paşê) Adem ji Xudayê xwe çend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kirîye) Xuda jî lavaya wî litê kirîye. Bi rastî baxişgerê dilovîn hey Xuda ye
قُلْنَا اهْبِطُوا مِنْهَا جَمِيعًا ۖ فَإِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ مِنِّي هُدًى فَمَنْ تَبِعَ هُدَايَ فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Me ji bona (nişa kesan ra) gotîye: “Hûn hemûşk jî ji wi ra berjêr bin. Kîngê ji min, ji bona we ra beledîyek hatêbe; îdî kîjan ji we bibe peyrewê wê beledîya min, ji bona wî ra tu murûzîya ji (kêm xelat) û tirsa (ji şapatan) tune ye.”
وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û ewanê bûne file û beratenê me didine derew dêrandinê hene! Hevrînê agir hey ewan in. Di agir da hey ewan in tim (gavan) dimînin
يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَوْفُوا بِعَهْدِي أُوفِ بِعَهْدِكُمْ وَإِيَّايَ فَارْهَبُونِ
Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin. Û hûn ewê peymana min daye we pêk bînin, ku ez jî ewê peymana we pêk bînim. Îdî hûn hey ji min bitirsin

Choose other languages: