Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #240 Translated in Kurdish

لَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ إِنْ طَلَّقْتُمُ النِّسَاءَ مَا لَمْ تَمَسُّوهُنَّ أَوْ تَفْرِضُوا لَهُنَّ فَرِيضَةً ۚ وَمَتِّعُوهُنَّ عَلَى الْمُوسِعِ قَدَرُهُ وَعَلَى الْمُقْتِرِ قَدَرُهُ مَتَاعًا بِالْمَعْرُوفِ ۖ حَقًّا عَلَى الْمُحْسِنِينَ
(Gelî mêran!) Heke hûn ewan jinne ku hêj hûn têkilê wan jinan bi jinanî nebûbin, ya jî hêj we ji bona wan ra marek diyar ne kiribe, berdin. Tu gunehkarî ji bona we ra tune ye. Hûn ji wan jinan ra; zengin wekî , zenginan û xezan jî wekî xezanan, bi qencî mal bidne wan. Eva temtêla hanê mafekî babet e, li temtêla qencîkaran tê
وَإِنْ طَلَّقْتُمُوهُنَّ مِنْ قَبْلِ أَنْ تَمَسُّوهُنَّ وَقَدْ فَرَضْتُمْ لَهُنَّ فَرِيضَةً فَنِصْفُ مَا فَرَضْتُمْ إِلَّا أَنْ يَعْفُونَ أَوْ يَعْفُوَ الَّذِي بِيَدِهِ عُقْدَةُ النِّكَاحِ ۚ وَأَنْ تَعْفُوا أَقْرَبُ لِلتَّقْوَىٰ ۚ وَلَا تَنْسَوُا الْفَضْلَ بَيْنَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Û heke (gelî mêran!) we ewan jinan berdan, hêj hûn têkilê wan bi jinanî nebûbin lê we ji bona wan ra marek diyar kiribe, nîvê wê mara diyar kirî divê ku hûn bidne wan jinan. Ji xêncî heke ewa jinika, ya jî ewa serkarê jinikê, ku birîna mare di destê wî da bûye, mare ji bona (zavê ra) bibaxişînin. Heke hûn bibaxişandin (gelî mêran!) marê hemûşk bidne wan jinan, şixwa ji bona xudaparizan nêzîktir e. Û hûn (gelî mêran!) ewa rûmet û babetîya, ku di nîveka we da heye (nîveka mêr û jinan da heye) bîrva nekin. Bi rastî Yezdan tişta ku hûn dikin dibîne
حَافِظُوا عَلَى الصَّلَوَاتِ وَالصَّلَاةِ الْوُسْطَىٰ وَقُومُوا لِلَّهِ قَانِتِينَ
Hûn (gelî bavergeran!) parisîya li ser nimêj kirinê, nemaze nimêja nîvwarî bikin û hûn ji bona Yezden ra, bi dil rabin perestî bikin
فَإِنْ خِفْتُمْ فَرِجَالًا أَوْ رُكْبَانًا ۖ فَإِذَا أَمِنْتُمْ فَاذْكُرُوا اللَّهَ كَمَا عَلَّمَكُمْ مَا لَمْ تَكُونُوا تَعْلَمُونَ
Îdî heke hûn ji (aşîtan) tirsîyan, hûn (ça dikarin wusa bikin). Îdî bi peyatî û bi siwartî (hûn ça dikarin wusa bikin). Îdî gava hûn ewlebûn Yezdan ça kirina we ji bona we ra hîn kirîye hûn perestîya Yezdan wusa bikin, loma we bi xweber jî di berya niha da nizan bûye
وَالَّذِينَ يُتَوَفَّوْنَ مِنْكُمْ وَيَذَرُونَ أَزْوَاجًا وَصِيَّةً لِأَزْوَاجِهِمْ مَتَاعًا إِلَى الْحَوْلِ غَيْرَ إِخْرَاجٍ ۚ فَإِنْ خَرَجْنَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ فِي مَا فَعَلْنَ فِي أَنْفُسِهِنَّ مِنْ مَعْرُوفٍ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Ewan merivne ji wê gava dimirin, li pey xwe da jinan dihêlin hene! Divê ku ewan mêran ji bona wan jinne xwe ra, li wan mîratxurnê xwe ra şîratan bikin, ku ewan mîratxuran, jina wî ji xanîyê wî heya salekî dernexin û xwarin û xweyî kirina wê jî bidin. Îdî heke ewan jinan ji berxwe ji wan xanîyan bi xweşî derkebin, tu gunehkarî li ser we tune ye. Û servahatê bijejke Yezdan e

Choose other languages: