Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #239 Translated in Kurdish

وَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ فِيمَا عَرَّضْتُمْ بِهِ مِنْ خِطْبَةِ النِّسَاءِ أَوْ أَكْنَنْتُمْ فِي أَنْفُسِكُمْ ۚ عَلِمَ اللَّهُ أَنَّكُمْ سَتَذْكُرُونَهُنَّ وَلَٰكِنْ لَا تُوَاعِدُوهُنَّ سِرًّا إِلَّا أَنْ تَقُولُوا قَوْلًا مَعْرُوفًا ۚ وَلَا تَعْزِمُوا عُقْدَةَ النِّكَاحِ حَتَّىٰ يَبْلُغَ الْكِتَابُ أَجَلَهُ ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي أَنْفُسِكُمْ فَاحْذَرُوهُ ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Û tu zîyan ji bona we mêran ra tune ye, ku hûn, li ber wan jinne dawîya danê wanê hêvî mayî hatibe bavêjin; ji bona ku hûn bi wan ra kevîn bibin, ya jî ku hûn kevîn bûna, bi wan ra di dilê xwe da veşerin (hûn di dilê xwe da bi sêwirînin; heke paşya danê hêvî mayîya wan were, emê bi wan ra kevîn bibin). Yezdan dizanîya ku hûnê bi rastî ji wan ra di nêzîk da bêjin: “(Ka hûn bi me ra kevîn nabin?) Lê hûn bi wan jinan ra, di dizîka da peymanne qencîyê pêştir nedin (yanî hey hûn ji bona wan ra bi qînatî peymanê bi şîretne qencîyan bikin, di nava hev da ewan tiştne, ku dibine sedemne ji bona sikatî û gunehan, nedine hev). Û hûn (gelî mêran!) heya ewan jinan negîhêjne dawîya danê xwe girtinê, bi wan jinan ra kevîn kirina wan nekin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi tişta di dilê we da heyî dizane. Îdî hûn xwe ji Yezdan biparisînin û hûn bizanin! Ku bi rastî Yezdan baxişgerê mulahîm e
لَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ إِنْ طَلَّقْتُمُ النِّسَاءَ مَا لَمْ تَمَسُّوهُنَّ أَوْ تَفْرِضُوا لَهُنَّ فَرِيضَةً ۚ وَمَتِّعُوهُنَّ عَلَى الْمُوسِعِ قَدَرُهُ وَعَلَى الْمُقْتِرِ قَدَرُهُ مَتَاعًا بِالْمَعْرُوفِ ۖ حَقًّا عَلَى الْمُحْسِنِينَ
(Gelî mêran!) Heke hûn ewan jinne ku hêj hûn têkilê wan jinan bi jinanî nebûbin, ya jî hêj we ji bona wan ra marek diyar ne kiribe, berdin. Tu gunehkarî ji bona we ra tune ye. Hûn ji wan jinan ra; zengin wekî , zenginan û xezan jî wekî xezanan, bi qencî mal bidne wan. Eva temtêla hanê mafekî babet e, li temtêla qencîkaran tê
وَإِنْ طَلَّقْتُمُوهُنَّ مِنْ قَبْلِ أَنْ تَمَسُّوهُنَّ وَقَدْ فَرَضْتُمْ لَهُنَّ فَرِيضَةً فَنِصْفُ مَا فَرَضْتُمْ إِلَّا أَنْ يَعْفُونَ أَوْ يَعْفُوَ الَّذِي بِيَدِهِ عُقْدَةُ النِّكَاحِ ۚ وَأَنْ تَعْفُوا أَقْرَبُ لِلتَّقْوَىٰ ۚ وَلَا تَنْسَوُا الْفَضْلَ بَيْنَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Û heke (gelî mêran!) we ewan jinan berdan, hêj hûn têkilê wan bi jinanî nebûbin lê we ji bona wan ra marek diyar kiribe, nîvê wê mara diyar kirî divê ku hûn bidne wan jinan. Ji xêncî heke ewa jinika, ya jî ewa serkarê jinikê, ku birîna mare di destê wî da bûye, mare ji bona (zavê ra) bibaxişînin. Heke hûn bibaxişandin (gelî mêran!) marê hemûşk bidne wan jinan, şixwa ji bona xudaparizan nêzîktir e. Û hûn (gelî mêran!) ewa rûmet û babetîya, ku di nîveka we da heye (nîveka mêr û jinan da heye) bîrva nekin. Bi rastî Yezdan tişta ku hûn dikin dibîne
حَافِظُوا عَلَى الصَّلَوَاتِ وَالصَّلَاةِ الْوُسْطَىٰ وَقُومُوا لِلَّهِ قَانِتِينَ
Hûn (gelî bavergeran!) parisîya li ser nimêj kirinê, nemaze nimêja nîvwarî bikin û hûn ji bona Yezden ra, bi dil rabin perestî bikin
فَإِنْ خِفْتُمْ فَرِجَالًا أَوْ رُكْبَانًا ۖ فَإِذَا أَمِنْتُمْ فَاذْكُرُوا اللَّهَ كَمَا عَلَّمَكُمْ مَا لَمْ تَكُونُوا تَعْلَمُونَ
Îdî heke hûn ji (aşîtan) tirsîyan, hûn (ça dikarin wusa bikin). Îdî bi peyatî û bi siwartî (hûn ça dikarin wusa bikin). Îdî gava hûn ewlebûn Yezdan ça kirina we ji bona we ra hîn kirîye hûn perestîya Yezdan wusa bikin, loma we bi xweber jî di berya niha da nizan bûye

Choose other languages: