Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #242 Translated in Kurdish

حَافِظُوا عَلَى الصَّلَوَاتِ وَالصَّلَاةِ الْوُسْطَىٰ وَقُومُوا لِلَّهِ قَانِتِينَ
Hûn (gelî bavergeran!) parisîya li ser nimêj kirinê, nemaze nimêja nîvwarî bikin û hûn ji bona Yezden ra, bi dil rabin perestî bikin
فَإِنْ خِفْتُمْ فَرِجَالًا أَوْ رُكْبَانًا ۖ فَإِذَا أَمِنْتُمْ فَاذْكُرُوا اللَّهَ كَمَا عَلَّمَكُمْ مَا لَمْ تَكُونُوا تَعْلَمُونَ
Îdî heke hûn ji (aşîtan) tirsîyan, hûn (ça dikarin wusa bikin). Îdî bi peyatî û bi siwartî (hûn ça dikarin wusa bikin). Îdî gava hûn ewlebûn Yezdan ça kirina we ji bona we ra hîn kirîye hûn perestîya Yezdan wusa bikin, loma we bi xweber jî di berya niha da nizan bûye
وَالَّذِينَ يُتَوَفَّوْنَ مِنْكُمْ وَيَذَرُونَ أَزْوَاجًا وَصِيَّةً لِأَزْوَاجِهِمْ مَتَاعًا إِلَى الْحَوْلِ غَيْرَ إِخْرَاجٍ ۚ فَإِنْ خَرَجْنَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ فِي مَا فَعَلْنَ فِي أَنْفُسِهِنَّ مِنْ مَعْرُوفٍ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Ewan merivne ji wê gava dimirin, li pey xwe da jinan dihêlin hene! Divê ku ewan mêran ji bona wan jinne xwe ra, li wan mîratxurnê xwe ra şîratan bikin, ku ewan mîratxuran, jina wî ji xanîyê wî heya salekî dernexin û xwarin û xweyî kirina wê jî bidin. Îdî heke ewan jinan ji berxwe ji wan xanîyan bi xweşî derkebin, tu gunehkarî li ser we tune ye. Û servahatê bijejke Yezdan e
وَلِلْمُطَلَّقَاتِ مَتَاعٌ بِالْمَعْرُوفِ ۖ حَقًّا عَلَى الْمُتَّقِينَ
Dayîna xwarin û xweyî kirinê, ji bona wan jinne berdayî li ser xudaparisan mafek e
كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ
Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra biryarne xwe vedike. Bi rastî dibe, ku hûn ji wan hiş hildin

Choose other languages: