Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #148 Translated in Kurdish

قَدْ نَرَىٰ تَقَلُّبَ وَجْهِكَ فِي السَّمَاءِ ۖ فَلَنُوَلِّيَنَّكَ قِبْلَةً تَرْضَاهَا ۚ فَوَلِّ وَجْهَكَ شَطْرَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ ۚ وَحَيْثُ مَا كُنْتُمْ فَوَلُّوا وُجُوهَكُمْ شَطْرَهُ ۗ وَإِنَّ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ لَيَعْلَمُونَ أَنَّهُ الْحَقُّ مِنْ رَبِّهِمْ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا يَعْمَلُونَ
Bi sond! Em rûyê te (Muhemmed!) ku tu li ezmanan mêze dikî (ji bona niqandinan) dibînin. Îdî bi rastî emê berê te (Muhemmed!) bizivirîne li bal berdanek e wusa, ku tu bi wê berdanê qayil bibî. Îdî (Muhemmed!) tu rûyê xwe bi fetilîne bide alîyê mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram. Û hûn (gelî bawergeran!) li kur bi çi awayî dibin bibin (di perestîyê da) îdî hûn jî berê xwe bidine alîyê wê mizgevtê. Û bi rastî ewanê ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ewan dizanin, ku eva fermana mafekî rast e ji Xudayê wan hatîye. Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê wan bê guman nîne
وَلَئِنْ أَتَيْتَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ بِكُلِّ آيَةٍ مَا تَبِعُوا قِبْلَتَكَ ۚ وَمَا أَنْتَ بِتَابِعٍ قِبْلَتَهُمْ ۚ وَمَا بَعْضُهُمْ بِتَابِعٍ قِبْلَةَ بَعْضٍ ۚ وَلَئِنِ اتَّبَعْتَ أَهْوَاءَهُمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ ۙ إِنَّكَ إِذًا لَمِنَ الظَّالِمِينَ
Û heke (Muhemmed!) tu ji bona wanê pirtûk ji wan ra hatîye hemû beratan jî bînî, dîsa ewan nabine peyrewê berdana te û tu bi xweber jî nabî peyrewê berdana wan. Ewanan jî nabine peyrewê berdana hev. Û bi sond! Heke tu ji piştî, ku ji te ra zanîn hatîye bibî peyrewê xweşîya wan, bi rastî îdî tu di wê gavê da dibî ji wanê cewrkar
الَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يَعْرِفُونَهُ كَمَا يَعْرِفُونَ أَبْنَاءَهُمْ ۖ وَإِنَّ فَرِيقًا مِنْهُمْ لَيَكْتُمُونَ الْحَقَّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Bi rastî ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewan (bi Muhemmed û bi pêxemberî-ya wî) nîyasin ça zarne xwe nas dikin; û bi rastî destekî ji wan hene mafê vedişêrin, ewan bi xweber jî bi mafîtîya wî dizanin
الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ ۖ فَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُمْتَرِينَ
Îdî tu nebe ji wanê du dil; rastî ji Xudayê te ye
وَلِكُلٍّ وِجْهَةٌ هُوَ مُوَلِّيهَا ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ أَيْنَ مَا تَكُونُوا يَأْتِ بِكُمُ اللَّهُ جَمِيعًا ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û ji bona her yekê ra berdanek heye, ewa berê xwe dide wî alî. Îdî hûn (gelî bawerge-ran!) di qencîyan da bidine ber hev. Hûn li kur dibin bibin hey Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e

Choose other languages: