Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #149 Translated in Kurdish

وَلَئِنْ أَتَيْتَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ بِكُلِّ آيَةٍ مَا تَبِعُوا قِبْلَتَكَ ۚ وَمَا أَنْتَ بِتَابِعٍ قِبْلَتَهُمْ ۚ وَمَا بَعْضُهُمْ بِتَابِعٍ قِبْلَةَ بَعْضٍ ۚ وَلَئِنِ اتَّبَعْتَ أَهْوَاءَهُمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ ۙ إِنَّكَ إِذًا لَمِنَ الظَّالِمِينَ
Û heke (Muhemmed!) tu ji bona wanê pirtûk ji wan ra hatîye hemû beratan jî bînî, dîsa ewan nabine peyrewê berdana te û tu bi xweber jî nabî peyrewê berdana wan. Ewanan jî nabine peyrewê berdana hev. Û bi sond! Heke tu ji piştî, ku ji te ra zanîn hatîye bibî peyrewê xweşîya wan, bi rastî îdî tu di wê gavê da dibî ji wanê cewrkar
الَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يَعْرِفُونَهُ كَمَا يَعْرِفُونَ أَبْنَاءَهُمْ ۖ وَإِنَّ فَرِيقًا مِنْهُمْ لَيَكْتُمُونَ الْحَقَّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Bi rastî ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewan (bi Muhemmed û bi pêxemberî-ya wî) nîyasin ça zarne xwe nas dikin; û bi rastî destekî ji wan hene mafê vedişêrin, ewan bi xweber jî bi mafîtîya wî dizanin
الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ ۖ فَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُمْتَرِينَ
Îdî tu nebe ji wanê du dil; rastî ji Xudayê te ye
وَلِكُلٍّ وِجْهَةٌ هُوَ مُوَلِّيهَا ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ أَيْنَ مَا تَكُونُوا يَأْتِ بِكُمُ اللَّهُ جَمِيعًا ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û ji bona her yekê ra berdanek heye, ewa berê xwe dide wî alî. Îdî hûn (gelî bawerge-ran!) di qencîyan da bidine ber hev. Hûn li kur dibin bibin hey Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e
وَمِنْ حَيْثُ خَرَجْتَ فَوَلِّ وَجْهَكَ شَطْرَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ ۖ وَإِنَّهُ لَلْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Û tu kengê li kuderê derkebî rê, îdî tu berê xwe bide alîyê mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê. Û (eva fermana) bi ber dana alîyê miz- gevta (bi nav) Mescid el-Haramê rastîyek e ji Xudayê te ye. Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê we bê agah nîne

Choose other languages: