Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #120 Translated in Kurdish

وَقَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا ۗ سُبْحَانَهُ ۖ بَلْ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
Ewan (filan) gotinê: “Yezdan ji xwe ra zar hildane.” Yezdan ji zar girtinê berî ye. Lê şixwa hemû tiştne di ezman û zemîn da heyî, ji bona Yezdan ra ne. Hemû jî ji bona Yezdan ra bi tirs serî berjêr dikin
بَدِيعُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ وَإِذَا قَضَىٰ أَمْرًا فَإِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Ji tunebûnê (Yezdan) ezman û zemîn afirandiye. Û gava ewa bivê, ku bûyerek bibe; îdî ji wê bûyerê ra dibêje: “Bibe.” Ewa bûyara jî heman dibe
وَقَالَ الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ لَوْلَا يُكَلِّمُنَا اللَّهُ أَوْ تَأْتِينَا آيَةٌ ۗ كَذَٰلِكَ قَالَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ مِثْلَ قَوْلِهِمْ ۘ تَشَابَهَتْ قُلُوبُهُمْ ۗ قَدْ بَيَّنَّا الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يُوقِنُونَ
Û ewanê nezan (ji bona pêxeberîya te) gotine: “Gotî Yezdan bi me ra biaxifta, ya jî ji bona me ra beratek ne anîbûya?” Ewanê berya wan da jî wekî gotina wan gotine, dilê wan di gotinê da wekî hev bûye. Bi sond! Me berate ji bona wî komalî ku di nêzîk da bawer dikin, vekirine
إِنَّا أَرْسَلْنَاكَ بِالْحَقِّ بَشِيرًا وَنَذِيرًا ۖ وَلَا تُسْأَلُ عَنْ أَصْحَابِ الْجَحِيمِ
Bi rastî me tu bi mafî şandîyî, ji bo ku tu mizgînvan û tirsvan bî û tu ji hevrîne doje nayê pirs kirinê
وَلَنْ تَرْضَىٰ عَنْكَ الْيَهُودُ وَلَا النَّصَارَىٰ حَتَّىٰ تَتَّبِعَ مِلَّتَهُمْ ۗ قُلْ إِنَّ هُدَى اللَّهِ هُوَ الْهُدَىٰ ۗ وَلَئِنِ اتَّبَعْتَ أَهْوَاءَهُمْ بَعْدَ الَّذِي جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ ۙ مَا لَكَ مِنَ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Û bi rastî cihû û mexînî hene! Heya tu nebî peyrewê komal û ola wan, ewan bi te qayîl nabin. Tu (ji wan ra) bêje: “Bi rastî rîya rast hey rêya Yezdan e.” Û heke ji piştî ku ewan zanîna ji te ra hatîye, tu bibî peyrewê hewasa wan, îdî ji bona te ra li bal Yezdan tu serkarî û arîkarî tune ye

Choose other languages: