Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #119 Translated in Kurdish

وَلِلَّهِ الْمَشْرِقُ وَالْمَغْرِبُ ۚ فَأَيْنَمَا تُوَلُّوا فَثَمَّ وَجْهُ اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û rojhilat û rojava ji bona Yezdan ra nin. Îdî (ji bona perestîyê) hûn kîjan alî bizivirin, bardana Yezdan di wura dane. Bi rastî (dilovanîya) Yezdan pir fîre ye û ewa pir zan e
وَقَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا ۗ سُبْحَانَهُ ۖ بَلْ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
Ewan (filan) gotinê: “Yezdan ji xwe ra zar hildane.” Yezdan ji zar girtinê berî ye. Lê şixwa hemû tiştne di ezman û zemîn da heyî, ji bona Yezdan ra ne. Hemû jî ji bona Yezdan ra bi tirs serî berjêr dikin
بَدِيعُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ وَإِذَا قَضَىٰ أَمْرًا فَإِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Ji tunebûnê (Yezdan) ezman û zemîn afirandiye. Û gava ewa bivê, ku bûyerek bibe; îdî ji wê bûyerê ra dibêje: “Bibe.” Ewa bûyara jî heman dibe
وَقَالَ الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ لَوْلَا يُكَلِّمُنَا اللَّهُ أَوْ تَأْتِينَا آيَةٌ ۗ كَذَٰلِكَ قَالَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ مِثْلَ قَوْلِهِمْ ۘ تَشَابَهَتْ قُلُوبُهُمْ ۗ قَدْ بَيَّنَّا الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يُوقِنُونَ
Û ewanê nezan (ji bona pêxeberîya te) gotine: “Gotî Yezdan bi me ra biaxifta, ya jî ji bona me ra beratek ne anîbûya?” Ewanê berya wan da jî wekî gotina wan gotine, dilê wan di gotinê da wekî hev bûye. Bi sond! Me berate ji bona wî komalî ku di nêzîk da bawer dikin, vekirine
إِنَّا أَرْسَلْنَاكَ بِالْحَقِّ بَشِيرًا وَنَذِيرًا ۖ وَلَا تُسْأَلُ عَنْ أَصْحَابِ الْجَحِيمِ
Bi rastî me tu bi mafî şandîyî, ji bo ku tu mizgînvan û tirsvan bî û tu ji hevrîne doje nayê pirs kirinê

Choose other languages: