Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #117 Translated in Kurdish

وَقَالَتِ الْيَهُودُ لَيْسَتِ النَّصَارَىٰ عَلَىٰ شَيْءٍ وَقَالَتِ النَّصَارَىٰ لَيْسَتِ الْيَهُودُ عَلَىٰ شَيْءٍ وَهُمْ يَتْلُونَ الْكِتَابَ ۗ كَذَٰلِكَ قَالَ الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ مِثْلَ قَوْلِهِمْ ۚ فَاللَّهُ يَحْكُمُ بَيْنَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فِيمَا كَانُوا فِيهِ يَخْتَلِفُونَ
Û Cihûyan gotinê: “Tu ola mexînan tune ye.” Mexînan jî gotinê: “Tu ola cihûyan tune ye.” Ewan (herduk) jî pirtûkê dixûnin. Wekî van herdukan ewanê ne xwendî jî, wekî gotina wan gotinê. Îdî di roya rabûna hemûtî da Yezdanê di wan tiştne, ku ewan têda ne wekhev dibin, berewanî bike
وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنْ مَنَعَ مَسَاجِدَ اللَّهِ أَنْ يُذْكَرَ فِيهَا اسْمُهُ وَسَعَىٰ فِي خَرَابِهَا ۚ أُولَٰئِكَ مَا كَانَ لَهُمْ أَنْ يَدْخُلُوهَا إِلَّا خَائِفِينَ ۚ لَهُمْ فِي الدُّنْيَا خِزْيٌ وَلَهُمْ فِي الْآخِرَةِ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Gelo ji wan kesne; ku nahêlin di mizgevtne Yezdan da, navê Yezdan bi perestî bê hildanê û dixebitin, ku ewan mizgevtan hilşînin, cewrkartir kê hene? Evanan hey bi tirs dikarin bikebine mizgevtan. Di cihanê da ji bona wan ra riswatî heye û di danê para da jî ji bona wan ra şapatek e mezin heye
وَلِلَّهِ الْمَشْرِقُ وَالْمَغْرِبُ ۚ فَأَيْنَمَا تُوَلُّوا فَثَمَّ وَجْهُ اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û rojhilat û rojava ji bona Yezdan ra nin. Îdî (ji bona perestîyê) hûn kîjan alî bizivirin, bardana Yezdan di wura dane. Bi rastî (dilovanîya) Yezdan pir fîre ye û ewa pir zan e
وَقَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا ۗ سُبْحَانَهُ ۖ بَلْ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
Ewan (filan) gotinê: “Yezdan ji xwe ra zar hildane.” Yezdan ji zar girtinê berî ye. Lê şixwa hemû tiştne di ezman û zemîn da heyî, ji bona Yezdan ra ne. Hemû jî ji bona Yezdan ra bi tirs serî berjêr dikin
بَدِيعُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ وَإِذَا قَضَىٰ أَمْرًا فَإِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Ji tunebûnê (Yezdan) ezman û zemîn afirandiye. Û gava ewa bivê, ku bûyerek bibe; îdî ji wê bûyerê ra dibêje: “Bibe.” Ewa bûyara jî heman dibe

Choose other languages: