Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #37 Translated in Kurdish

وَلَمَّا أَنْ جَاءَتْ رُسُلُنَا لُوطًا سِيءَ بِهِمْ وَضَاقَ بِهِمْ ذَرْعًا وَقَالُوا لَا تَخَفْ وَلَا تَحْزَنْ ۖ إِنَّا مُنَجُّوكَ وَأَهْلَكَ إِلَّا امْرَأَتَكَ كَانَتْ مِنَ الْغَابِرِينَ
Gava saîyên me li bal Lût da hatine, bi sedema hatina wan, Lût sik bû û destê xwe li berhev da kirîye mat maye (Loma ewan saîyan di diliqê xortên bedewê wusa da hatibûne mêzekerê xwe, ji xwe ra dixistine bengi.” Lût ji komalê xweî sik tirsîya, ku ewan tiştekî bi serê wan saîyan bikin. Ewan saîyan ji bona Lût ra aha) gotine: "Lût! Tu netirse û miruzê xwe jî neke, loma bi rastî emê te û malîyên te ji vê teşqelê fereste bikin, ji pêştirê jina te. Loma bi rastî ewa (jina te) di nava wanê bûne toz, da maye
إِنَّا مُنْزِلُونَ عَلَىٰ أَهْلِ هَٰذِهِ الْقَرْيَةِ رِجْزًا مِنَ السَّمَاءِ بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ
Emê li ser rûniştîyên vî gundî da, bi sedema, ku ewan ji re derketibûn; ji ezmanan da şapatekî bihênirin
وَلَقَدْ تَرَكْنَا مِنْهَا آيَةً بَيِّنَةً لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Bi sond! Me ji bona komalê, ku hişê xwe dixebitînin beratên xwûyaî, ji wan hîştine
وَإِلَىٰ مَدْيَنَ أَخَاهُمْ شُعَيْبًا فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَارْجُوا الْيَوْمَ الْآخِرَ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ
Me li bal (komalê bajarê) Medyenê jî birayê wan ê Şu’eyb bi saîtî şandîye. Îdî (Şu’eyb ji wan ra) aha gotîye: "Gelî min! Hûn hey ji Yezdan ra perestî bikin û hûn hey hêvîya roya para da bikin û hûn di zemîn da bi tevdanî digerin
فَكَذَّبُوهُ فَأَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Îdî ewan (Şu’eyb) dane derewdêrandinê, paş da lerzeke wusa bi wan girt, îdî ewan di xanîyan da li ser çokan ketine, di şûna xwe da mane

Choose other languages: