Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #40 Translated in Kurdish

وَإِلَىٰ مَدْيَنَ أَخَاهُمْ شُعَيْبًا فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَارْجُوا الْيَوْمَ الْآخِرَ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ
Me li bal (komalê bajarê) Medyenê jî birayê wan ê Şu’eyb bi saîtî şandîye. Îdî (Şu’eyb ji wan ra) aha gotîye: "Gelî min! Hûn hey ji Yezdan ra perestî bikin û hûn hey hêvîya roya para da bikin û hûn di zemîn da bi tevdanî digerin
فَكَذَّبُوهُ فَأَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Îdî ewan (Şu’eyb) dane derewdêrandinê, paş da lerzeke wusa bi wan girt, îdî ewan di xanîyan da li ser çokan ketine, di şûna xwe da mane
وَعَادًا وَثَمُودَ وَقَدْ تَبَيَّنَ لَكُمْ مِنْ مَسَاكِنِهِمْ ۖ وَزَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ أَعْمَالَهُمْ فَصَدَّهُمْ عَنِ السَّبِيلِ وَكَانُوا مُسْتَبْصِرِينَ
Û me Ad û Semûd jî (teşqele) kirine û bi sond! Şûnwarê wan ji bona we ra xwûya ne. (Sedema teşqela wan eva ye), "pelîd ji bona wan ra kirinê wan xemilandîye, îdî (pelîd) rêya rast ji ber wan girtîye, lê ewan bi xweber jî rispî bûne (di karyan ji wan beratên berya xwe hiş hildanan)
وَقَارُونَ وَفِرْعَوْنَ وَهَامَانَ ۖ وَلَقَدْ جَاءَهُمْ مُوسَىٰ بِالْبَيِّنَاتِ فَاسْتَكْبَرُوا فِي الْأَرْضِ وَمَا كَانُوا سَابِقِينَ
Me Qarûn û Fir’ewn û Haman jî (teşqele) kirine. Bi sond! Mûsa bi beratên hizwartî va hatîbûye bal wan, îdî ewan (bi beratên me bawer ne kirine ewan di zemîn da quretî dikirin. Ewan ji me naborin (ku em nikaribin ji wan ra şapatê bidin)
فَكُلًّا أَخَذْنَا بِذَنْبِهِ ۖ فَمِنْهُمْ مَنْ أَرْسَلْنَا عَلَيْهِ حَاصِبًا وَمِنْهُمْ مَنْ أَخَذَتْهُ الصَّيْحَةُ وَمِنْهُمْ مَنْ خَسَفْنَا بِهِ الْأَرْضَ وَمِنْهُمْ مَنْ أَغْرَقْنَا ۚ وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Me her yekê ji wan bi gonehê wan dane girtinê. Îdî me hinekên ji wan babelîzk bi ser wan da şandîye, ewan (bi wê teşqele kirîye) û hinekên ji wan dengê teyrokê ewan girtin (ewan bi wî dengî me teşqele kirîye) û hinekên wan jî me ewan di zemîn da xistine xarê (me ewan jî wusa teşqele kirin) me hinekên wan jî di avê da fetisandin (ewan jî wusa hatine teşqelekirinê). Yez- dan li wan cewr ne kirîye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine (loma hatine teşqelekirinê)

Choose other languages: