Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rad Ayahs #30 Translated in Kurdish

اللَّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ وَيَقْدِرُ ۚ وَفَرِحُوا بِالْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَمَا الْحَيَاةُ الدُّنْيَا فِي الْآخِرَةِ إِلَّا مَتَاعٌ
Ewê ku rojînan bi vîna xwe ji bona (heyan ra) kêm û pir dike, ewa Yezdan e. Ji ber piratîya rojînan) ewan bi jîna cîhanê şa dibin, jîna cîhanê jî (li ber jîna para da) ji pêştirê pînan tu tişt nîne
وَيَقُولُ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوْلَا أُنْزِلَ عَلَيْهِ آيَةٌ مِنْ رَبِّهِ ۗ قُلْ إِنَّ اللَّهَ يُضِلُّ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي إِلَيْهِ مَنْ أَنَابَ
Ewanê bûne file hene! Dibêjin: “Heke ji Xudayê (Muhemmed) wekî (ça em divên berate bihatinan, dibû ku me bi wî) bawer bikira, çi dibû ku berate bihatinan?" (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî Yezdan (rê) wundabûna kî bivê (rêya wî) wunda dike. Û ewanê bi dilê xwe li bal wî da fetilî bin, tîne rêya rast
الَّذِينَ آمَنُوا وَتَطْمَئِنُّ قُلُوبُهُمْ بِذِكْرِ اللَّهِ ۗ أَلَا بِذِكْرِ اللَّهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُ
(Ewanê hatine rêya rast, ew in ku bi Yezdan) bawer kirine û dilê wan bi bîranîna Yezdan hew dike. Hişyar be! Bi rastî dil, bi bîranîna Yezdan (li ser teşqelan) hew dike
الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ طُوبَىٰ لَهُمْ وَحُسْنُ مَآبٍ
Ewan kesên ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra (evan gotinê hanê hene!) "Xwezîya me bi wan hatî, ji wan ra êwirên qencî hene
كَذَٰلِكَ أَرْسَلْنَاكَ فِي أُمَّةٍ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهَا أُمَمٌ لِتَتْلُوَ عَلَيْهِمُ الَّذِي أَوْحَيْنَا إِلَيْكَ وَهُمْ يَكْفُرُونَ بِالرَّحْمَٰنِ ۚ قُلْ هُوَ رَبِّي لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَإِلَيْهِ مَتَابِ
(Me ça di berya te da pêxember şandibûn) wusa em te jî li bal komalekî ku filetîya (Yezdanê) dilovan dikin, di berya wan da jî pir kom borîne, dişînin, ji bo tişta me li bal te da hinartîye tu ji wan ra bixûnî. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Ewa (Xudayê dilovan) Xudayê min e; ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Min xwe hispartîye wî, hey (para hatina ji sikatîyan) li bal wî da ne

Choose other languages: