Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #54 Translated in Kurdish

أَفِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ أَمِ ارْتَابُوا أَمْ يَخَافُونَ أَنْ يَحِيفَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ وَرَسُولُهُ ۚ بَلْ أُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Gelo qey di dilê wan da nexweşîyek heye, ya jî (ewan) du dilin û ditirsin, ku Yezdan û saîyê wî ta bigirin (mafê wan ji wan bistînin)? Na, (wekî kirina wan nîne). Lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
إِنَّمَا كَانَ قَوْلَ الْمُؤْمِنِينَ إِذَا دُعُوا إِلَى اللَّهِ وَرَسُولِهِ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ أَنْ يَقُولُوا سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا ۚ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Ewanê (bi rastî) bawer kirine hene! Gava ewan li bal berewanîya Yezdan û saîyê wî da têne gazîkirinê, ku (Yezdan û saîyê wî) di nava wan da berewanî bikin, gotina wan hey ev e: "Me gazî kirin bihîst û em bi gotina wan dikin."Evan bi xweber in ku serfiraz bûne
وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَيَخْشَ اللَّهَ وَيَتَّقْهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَائِزُونَ
Şixwa kê bi gotina Yezdan û saîyê wî bike û ji Yezdan bitirse û parizîya wî bike, îdî ewan bi xweber in hey berxwedar bûne
وَأَقْسَمُوا بِاللَّهِ جَهْدَ أَيْمَانِهِمْ لَئِنْ أَمَرْتَهُمْ لَيَخْرُجُنَّ ۖ قُلْ لَا تُقْسِمُوا ۖ طَاعَةٌ مَعْرُوفَةٌ ۚ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Bi sonda mezin ewan sond xwarine; heke te ji bona (çûna wan, li bal qirînê da) ferman kiribûya, ewanê derketina (biçûna qirînê. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn sond nexun (tişta ji we tê xwastinê, sonda bi vir nîne, lê) hey ji we (tê xwestinê, ku hûn) bi xweşî gotina Yezdan bikin. Loma bi rastî tişta hûn dikin Yezdan bi wî agahdar e
قُلْ أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ ۖ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا عَلَيْهِ مَا حُمِّلَ وَعَلَيْكُمْ مَا حُمِّلْتُمْ ۖ وَإِنْ تُطِيعُوهُ تَهْتَدُوا ۚ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ
(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn bi gotina Yezdan û saîyê wî bikin." Heke ewan ji vê gotina te) rû fetilandin, îdî tişta li ser (saî) hatîye barkirinê hey (ragîhandinî) heye û tişta li ser we jî (gelî kesan!) ku hûn bi wî hatine barkirinê (litê kirina biryarên Yezdan) heye. Heke hûn bi gotina (saî) bikin, hûnê werne (rêya rast). Li ser saîyan ji pêştirê ragîhandina hizwartî qe tu tişt tune ye

Choose other languages: