Surah An-Nur Ayahs #55 Translated in Kurdish
إِنَّمَا كَانَ قَوْلَ الْمُؤْمِنِينَ إِذَا دُعُوا إِلَى اللَّهِ وَرَسُولِهِ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ أَنْ يَقُولُوا سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا ۚ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Ewanê (bi rastî) bawer kirine hene! Gava ewan li bal berewanîya Yezdan û saîyê wî da têne gazîkirinê, ku (Yezdan û saîyê wî) di nava wan da berewanî bikin, gotina wan hey ev e: "Me gazî kirin bihîst û em bi gotina wan dikin."Evan bi xweber in ku serfiraz bûne
وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَيَخْشَ اللَّهَ وَيَتَّقْهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَائِزُونَ
Şixwa kê bi gotina Yezdan û saîyê wî bike û ji Yezdan bitirse û parizîya wî bike, îdî ewan bi xweber in hey berxwedar bûne
وَأَقْسَمُوا بِاللَّهِ جَهْدَ أَيْمَانِهِمْ لَئِنْ أَمَرْتَهُمْ لَيَخْرُجُنَّ ۖ قُلْ لَا تُقْسِمُوا ۖ طَاعَةٌ مَعْرُوفَةٌ ۚ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Bi sonda mezin ewan sond xwarine; heke te ji bona (çûna wan, li bal qirînê da) ferman kiribûya, ewanê derketina (biçûna qirînê. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn sond nexun (tişta ji we tê xwastinê, sonda bi vir nîne, lê) hey ji we (tê xwestinê, ku hûn) bi xweşî gotina Yezdan bikin. Loma bi rastî tişta hûn dikin Yezdan bi wî agahdar e
قُلْ أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ ۖ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا عَلَيْهِ مَا حُمِّلَ وَعَلَيْكُمْ مَا حُمِّلْتُمْ ۖ وَإِنْ تُطِيعُوهُ تَهْتَدُوا ۚ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ
(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn bi gotina Yezdan û saîyê wî bikin." Heke ewan ji vê gotina te) rû fetilandin, îdî tişta li ser (saî) hatîye barkirinê hey (ragîhandinî) heye û tişta li ser we jî (gelî kesan!) ku hûn bi wî hatine barkirinê (litê kirina biryarên Yezdan) heye. Heke hûn bi gotina (saî) bikin, hûnê werne (rêya rast). Li ser saîyan ji pêştirê ragîhandina hizwartî qe tu tişt tune ye
وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنْكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُمْ فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ وَلَيُمَكِّنَنَّ لَهُمْ دِينَهُمُ الَّذِي ارْتَضَىٰ لَهُمْ وَلَيُبَدِّلَنَّهُمْ مِنْ بَعْدِ خَوْفِهِمْ أَمْنًا ۚ يَعْبُدُونَنِي لَا يُشْرِكُونَ بِي شَيْئًا ۚ وَمَنْ كَفَرَ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Yezdan ji bona wanê, ji we ne ku bawer kirine û karê aştî kirine eva peymana daye, wê (Yezdanê) ça ewanê berya (wan bawergeran) xistîye şûnmayî ji bona (fîleyên berya wan da borî) wusa jî we (bawergeran) bixe şûnmayî (van cihû xweyê ol ê mayî) di zemîn da binecî bike û ewa ola ku ji wan ra hilbijartîye û ji bona (bawergeran) litê kirîye (di dilê bawergeran da) wê binecî bike. Û ji piştî wê tirsa ku (ewan bawergeran têda bûne) wê ewê tirsê bi ewletîye biguhure. "Ewan (bawergeran) hey ji bona min ra perestî dikin û qe hevrîyan ji bona min ra çê nakin. Lê kê ji piştî vê kirine, bibe file, îdî bi rastî ewa ji rêya rast derketîye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
