Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #21 Translated in Kurdish

يَعِظُكُمُ اللَّهُ أَنْ تَعُودُوا لِمِثْلِهِ أَبَدًا إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Heke hûn bi Yezdan bawer dikin, ewa li we şîretan dike, ku hûn carekî dinê tiştekî aha nekin
وَيُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ ۚ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Yezdan ji bona we ra biryarên (xwe bi vî awayî) hizwartî dike. Bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye
إِنَّ الَّذِينَ يُحِبُّونَ أَنْ تَشِيعَ الْفَاحِشَةُ فِي الَّذِينَ آمَنُوا لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Bi rastî ewan (du rû ne) ku hez dikin, di nava wanê; bawerger da hîz û fuhûşê belav bikin hene! Ji bona wan ra di cîhan û di para da şapatek e dilsoz heye. Yezdan (bi van tiştan) dizane, lê hûn bi wan nizanin
وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ وَأَنَّ اللَّهَ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya (wê şapateke mezin bi we da bihata) û bi rastî Yezdan mêhrivanê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ وَمَنْ يَتَّبِعْ خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ فَإِنَّهُ يَأْمُرُ بِالْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ ۚ وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ مَا زَكَىٰ مِنْكُمْ مِنْ أَحَدٍ أَبَدًا وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يُزَكِّي مَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn nebin peyrewê şopên pelîd. Bi rastî kîjan bibe peyrewê şopên pelîd, îdî bi rastî pelîd, hey fermana bi fehşa û sikatîyan dike. Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, tu kesekî ji we (ji qirêj û sikatîya gonehan) paqij ne dibû. Lê Yezdan evînê xwe (ji gonehan) paqij dike. Bi rastî Yezdan bihîstvanê pirzan e

Choose other languages: