Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #23 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ يُحِبُّونَ أَنْ تَشِيعَ الْفَاحِشَةُ فِي الَّذِينَ آمَنُوا لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Bi rastî ewan (du rû ne) ku hez dikin, di nava wanê; bawerger da hîz û fuhûşê belav bikin hene! Ji bona wan ra di cîhan û di para da şapatek e dilsoz heye. Yezdan (bi van tiştan) dizane, lê hûn bi wan nizanin
وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ وَأَنَّ اللَّهَ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya (wê şapateke mezin bi we da bihata) û bi rastî Yezdan mêhrivanê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ وَمَنْ يَتَّبِعْ خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ فَإِنَّهُ يَأْمُرُ بِالْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ ۚ وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ مَا زَكَىٰ مِنْكُمْ مِنْ أَحَدٍ أَبَدًا وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يُزَكِّي مَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn nebin peyrewê şopên pelîd. Bi rastî kîjan bibe peyrewê şopên pelîd, îdî bi rastî pelîd, hey fermana bi fehşa û sikatîyan dike. Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, tu kesekî ji we (ji qirêj û sikatîya gonehan) paqij ne dibû. Lê Yezdan evînê xwe (ji gonehan) paqij dike. Bi rastî Yezdan bihîstvanê pirzan e
وَلَا يَأْتَلِ أُولُو الْفَضْلِ مِنْكُمْ وَالسَّعَةِ أَنْ يُؤْتُوا أُولِي الْقُرْبَىٰ وَالْمَسَاكِينَ وَالْمُهَاجِرِينَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ۖ وَلْيَعْفُوا وَلْيَصْفَحُوا ۗ أَلَا تُحِبُّونَ أَنْ يَغْفِرَ اللَّهُ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ewanê ji weyên, bi rûmet û maldar hene! Bira sond nexun, ku ji malê xwe qe tu tiştî ji bina pismam û belengaz û ewanê di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç kirine derketine, nedin. Û bira (ewan) baxişandin û borandina ji kêmayan bikin. Ma qey hûn hez nakin, ku Yezdan we bibaxişîne? Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
إِنَّ الَّذِينَ يَرْمُونَ الْمُحْصَنَاتِ الْغَافِلَاتِ الْمُؤْمِنَاتِ لُعِنُوا فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Bi rastî ewanê, ku pizan davêjine wan jinên dawpariz yên bê gomanê (ji fehşayê) û bawer kirine, hene! Di cîhan û di para da jî, ji dilovanîya Yezdan hatine deherandinê, ji bona wan ra şapatek e mezin heye

Choose other languages: