Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #69 Translated in Kurdish

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتَّىٰ يُحَكِّمُوكَ فِيمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ لَا يَجِدُوا فِي أَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْلِيمًا
Wusa nîne; bi Xudayê te sond dixum! Heya ewanan di wan tekoşînên, ku di nava wan da reh daye, ji bona berewanîya te neynên li bal te, ku tu di nava wan da (bi dadî) berewanî bikî, paşê ewan ji wê berewanîya te kiri, di dilê xwe da jî qe tu xeyîdîn û du dilî jî xweyî nekin û heya ewan bi hemûtî xwe ne hisperên te, ewan nabine bawerger
وَلَوْ أَنَّا كَتَبْنَا عَلَيْهِمْ أَنِ اقْتُلُوا أَنْفُسَكُمْ أَوِ اخْرُجُوا مِنْ دِيَارِكُمْ مَا فَعَلُوهُ إِلَّا قَلِيلٌ مِنْهُمْ ۖ وَلَوْ أَنَّهُمْ فَعَلُوا مَا يُوعَظُونَ بِهِ لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْ وَأَشَدَّ تَثْبِيتًا
Û heke bi rastî me li ser wan binivîsîya, ku hûnê bi xweber xwe bikujin, ya jî hûnê ji welatê xwe derkebin, ji pêştirê hindikên ji wan, tu kesî ji wan ewan fermanên me pêk ne dianînan. Û heke ewan, evan şîretên ku li wan hatîye kirinê pêk bianînan, wê ji bona wan ra çêtir bibûya û wê ji bona paydarya wan zor binecî bibûya
وَإِذًا لَآتَيْنَاهُمْ مِنْ لَدُنَّا أَجْرًا عَظِيمًا
Di wê gavê da bi rastî meyê li bal xwe da ji bona wan ra xelateke mezin bianîya
وَلَهَدَيْنَاهُمْ صِرَاطًا مُسْتَقِيمًا
Û bi rastî meyê ewanan bianînan rêya rast
وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَالرَّسُولَ فَأُولَٰئِكَ مَعَ الَّذِينَ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ مِنَ النَّبِيِّينَ وَالصِّدِّيقِينَ وَالشُّهَدَاءِ وَالصَّالِحِينَ ۚ وَحَسُنَ أُولَٰئِكَ رَفِيقًا
(Şixwa wusa ne); kê bi gotina Yezdan û Pêxember bike, îdî ewa dibe hevalê wanê ku Yezdan bi wan qencî kirîye ji Pêxember û yaran û şehîd (kuştîyê rêyarast) û aştî karan. Evanan çiqa hevalên qenc in

Choose other languages: