Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #72 Translated in Kurdish

وَلَهَدَيْنَاهُمْ صِرَاطًا مُسْتَقِيمًا
Û bi rastî meyê ewanan bianînan rêya rast
وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَالرَّسُولَ فَأُولَٰئِكَ مَعَ الَّذِينَ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ مِنَ النَّبِيِّينَ وَالصِّدِّيقِينَ وَالشُّهَدَاءِ وَالصَّالِحِينَ ۚ وَحَسُنَ أُولَٰئِكَ رَفِيقًا
(Şixwa wusa ne); kê bi gotina Yezdan û Pêxember bike, îdî ewa dibe hevalê wanê ku Yezdan bi wan qencî kirîye ji Pêxember û yaran û şehîd (kuştîyê rêyarast) û aştî karan. Evanan çiqa hevalên qenc in
ذَٰلِكَ الْفَضْلُ مِنَ اللَّهِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ عَلِيمًا
Evan qencên (ku ji bona qencîkaran ra hatîye dayînê) ji Yezdan in. Û şixwa (heke) Yezdan bi wan qencîyan bizane bes e. (Bira ewanê mayî qe jî nizanbin)
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا خُذُوا حِذْرَكُمْ فَانْفِرُوا ثُبَاتٍ أَوِ انْفِرُوا جَمِيعًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye hûn di hemberê neyaran da xwe amede bikin (civîn û tedarika qirîna bi neyaran ra pêk bînin). Îdî hûn bi nijdewanî (deste û deste) ya jî hûn hemûşk bi hev ra êrişê beherin ser neyaran
وَإِنَّ مِنْكُمْ لَمَنْ لَيُبَطِّئَنَّ فَإِنْ أَصَابَتْكُمْ مُصِيبَةٌ قَالَ قَدْ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيَّ إِذْ لَمْ أَكُنْ مَعَهُمْ شَهِيدًا
Û bi rastî ji we hinek hene, ku ewan dereng dikebin (çekê xwe dereng weldigerin, para dikebin). Îdî ewa (mêze dikin) heke bi we da aşîtek hatibe, ewa aha dibêje: “Bi sond! Yezdan bi min qencî kirîye, loma di qirînê da ez bi wan ra amade ne bûm.”

Choose other languages: