Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #75 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا خُذُوا حِذْرَكُمْ فَانْفِرُوا ثُبَاتٍ أَوِ انْفِرُوا جَمِيعًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye hûn di hemberê neyaran da xwe amede bikin (civîn û tedarika qirîna bi neyaran ra pêk bînin). Îdî hûn bi nijdewanî (deste û deste) ya jî hûn hemûşk bi hev ra êrişê beherin ser neyaran
وَإِنَّ مِنْكُمْ لَمَنْ لَيُبَطِّئَنَّ فَإِنْ أَصَابَتْكُمْ مُصِيبَةٌ قَالَ قَدْ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيَّ إِذْ لَمْ أَكُنْ مَعَهُمْ شَهِيدًا
Û bi rastî ji we hinek hene, ku ewan dereng dikebin (çekê xwe dereng weldigerin, para dikebin). Îdî ewa (mêze dikin) heke bi we da aşîtek hatibe, ewa aha dibêje: “Bi sond! Yezdan bi min qencî kirîye, loma di qirînê da ez bi wan ra amade ne bûm.”
وَلَئِنْ أَصَابَكُمْ فَضْلٌ مِنَ اللَّهِ لَيَقُولَنَّ كَأَنْ لَمْ تَكُنْ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُ مَوَدَّةٌ يَا لَيْتَنِي كُنْتُ مَعَهُمْ فَأَفُوزَ فَوْزًا عَظِيمًا
Û heke ji rûmeta Yezdan qencîyek bi we da hatibe, tu dibê qe di nîveka we û wî da tu hogirî tune bûye. Ewa aha dibêje: “Xwezîka ez jî (di parkirina vê şorê da) bi wan ra bûma, îdî ezê jî bi serfirazîyeke mezin va serfiraz bibûma.”
فَلْيُقَاتِلْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ الَّذِينَ يَشْرُونَ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا بِالْآخِرَةِ ۚ وَمَنْ يُقَاتِلْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَيُقْتَلْ أَوْ يَغْلِبْ فَسَوْفَ نُؤْتِيهِ أَجْرًا عَظِيمًا
Îdî ewanê, ku jîna dan û gavê para da bi jîna cihanê kirîne hene! Bira ewanan di rêya Yezdan da, qirîn bikin. Û kîjan di rêya Yezdan da qirînê bike; heke ewa îdî bê kuştinê, ya jî ewa bi servahatî serfiraz be (neyarê xwe sernegûn bike) emê ji bûna wî ra bi rastî kirê û xelatên mezin bînin
وَمَا لَكُمْ لَا تُقَاتِلُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَالْمُسْتَضْعَفِينَ مِنَ الرِّجَالِ وَالنِّسَاءِ وَالْوِلْدَانِ الَّذِينَ يَقُولُونَ رَبَّنَا أَخْرِجْنَا مِنْ هَٰذِهِ الْقَرْيَةِ الظَّالِمِ أَهْلُهَا وَاجْعَلْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ وَلِيًّا وَاجْعَلْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ نَصِيرًا
Û ji bona we ra çi bûye; ku hûn di rêya Yezdan da ji bona ferestîya wan kesên hatine bê hêzkirinê (zebûn bûne) ji mêr û jin û zarên ku (aha) lava dikin: “Xudayê me! Tu me ji vî gundê, ku gundînê wî cewrkar in derxe û tu ji bona me ra serkarekî ji bal xwe bişîne û tu ji bona me ra li bal xwe arîkarekî bişîne” qirînê nakin

Choose other languages: