Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #30 Translated in Kurdish

قَالَ فَإِنَّهَا مُحَرَّمَةٌ عَلَيْهِمْ ۛ أَرْبَعِينَ سَنَةً ۛ يَتِيهُونَ فِي الْأَرْضِ ۚ فَلَا تَأْسَ عَلَى الْقَوْمِ الْفَاسِقِينَ
Ewî (ji Mûsa ra aha) gotîye: “Îdî (ewa zemînê pîroz) heya çil salî, li ser wan qedexe bûye (ewanê heya çû salî li wê deştî bimînin, naçine bajarê Qudsê). Ewanê di wê (berya bi nav Tîyehê da) bi sergerdanî bigerin. Îdî (Mûsa) tu li ser komalê ji rê derketî kovanan neke.”
وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ ابْنَيْ آدَمَ بِالْحَقِّ إِذْ قَرَّبَا قُرْبَانًا فَتُقُبِّلَ مِنْ أَحَدِهِمَا وَلَمْ يُتَقَبَّلْ مِنَ الْآخَرِ قَالَ لَأَقْتُلَنَّكَ ۖ قَالَ إِنَّمَا يَتَقَبَّلُ اللَّهُ مِنَ الْمُتَّقِينَ
Û (Muhemmed!) tu ji bona wan ra, serda borya herdu kurên Adem bi rastî bixûne. Ewan herdukan; heryekê ji wan goryek dabûn. Gorya yekê ji wan herdukan, hatibû litê kirinê û gorya ewê mayî ne hatibûye litê kirinê. (Ewê ku gorya wî ne hatibûye litê kirinê, ji bona wîyî gorya wî hatibûye litê kirinê ra) gotîye: “(Ji ber ku gorya te hatîye litê kirinê) bi sond! Ezê te bikujim.” (Birayê wî ji wî ra aha) gotîye: “Bi rastî Yezdan hey (perestîya) wanê yezdanparizî dikin, litê dike.”
لَئِنْ بَسَطْتَ إِلَيَّ يَدَكَ لِتَقْتُلَنِي مَا أَنَا بِبَاسِطٍ يَدِيَ إِلَيْكَ لِأَقْتُلَكَ ۖ إِنِّي أَخَافُ اللَّهَ رَبَّ الْعَالَمِينَ
Heke tu ji bona kuştina min, destê xwe li bal min da dirêj bikî, ez ji bona kuştina te destê xwe li bal te da dirêj nakim. Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê ditirsim
إِنِّي أُرِيدُ أَنْ تَبُوءَ بِإِثْمِي وَإِثْمِكَ فَتَكُونَ مِنْ أَصْحَابِ النَّارِ ۚ وَذَٰلِكَ جَزَاءُ الظَّالِمِينَ
Ez divêm, ku bi rastî tu gonehê min û gonehê xwe bi hev ra hildî, ji bo ku tu bibî ji wanê hevrine agir. Şixwa celata cewrkaran jî eva ye
فَطَوَّعَتْ لَهُ نَفْسُهُ قَتْلَ أَخِيهِ فَقَتَلَهُ فَأَصْبَحَ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Îdî canê wî kuştina birayê wî xwest. Birayê xwe kuşt. Ewa bi xweber jî bûye ji wanê zîyankar

Choose other languages: