Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #33 Translated in Kurdish

إِنِّي أُرِيدُ أَنْ تَبُوءَ بِإِثْمِي وَإِثْمِكَ فَتَكُونَ مِنْ أَصْحَابِ النَّارِ ۚ وَذَٰلِكَ جَزَاءُ الظَّالِمِينَ
Ez divêm, ku bi rastî tu gonehê min û gonehê xwe bi hev ra hildî, ji bo ku tu bibî ji wanê hevrine agir. Şixwa celata cewrkaran jî eva ye
فَطَوَّعَتْ لَهُ نَفْسُهُ قَتْلَ أَخِيهِ فَقَتَلَهُ فَأَصْبَحَ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Îdî canê wî kuştina birayê wî xwest. Birayê xwe kuşt. Ewa bi xweber jî bûye ji wanê zîyankar
فَبَعَثَ اللَّهُ غُرَابًا يَبْحَثُ فِي الْأَرْضِ لِيُرِيَهُ كَيْفَ يُوَارِي سَوْءَةَ أَخِيهِ ۚ قَالَ يَا وَيْلَتَا أَعَجَزْتُ أَنْ أَكُونَ مِثْلَ هَٰذَا الْغُرَابِ فَأُوَارِيَ سَوْءَةَ أَخِي ۖ فَأَصْبَحَ مِنَ النَّادِمِينَ
Îdî Yezdan (ji bo ku ka ewayî ça termê birayî xwe hilde) qijikek şandîye. Ewê qijikê ze-mîn kolaye (bi kujraw) daye xûyandinê (ka ça termê bireyê xwe çal kirîye. Ewî kujrawî aha) gotibûye: “Xwelî li min be! Ez wusa bêzar bûme, ku ez nikarim wekî ve qijikê jî termê birayê xwe veşêrim.” Îdî ewanê ji kirinê xwe poşman dibin hene! Ewa bûye ji wan
مِنْ أَجْلِ ذَٰلِكَ كَتَبْنَا عَلَىٰ بَنِي إِسْرَائِيلَ أَنَّهُ مَنْ قَتَلَ نَفْسًا بِغَيْرِ نَفْسٍ أَوْ فَسَادٍ فِي الْأَرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعًا وَمَنْ أَحْيَاهَا فَكَأَنَّمَا أَحْيَا النَّاسَ جَمِيعًا ۚ وَلَقَدْ جَاءَتْهُمْ رُسُلُنَا بِالْبَيِّنَاتِ ثُمَّ إِنَّ كَثِيرًا مِنْهُمْ بَعْدَ ذَٰلِكَ فِي الْأَرْضِ لَمُسْرِفُونَ
Ji bona vî qasî me (di pirtûkê da) li ser zarên cihûyan nivîsîye: “Bi rastî kîjanê ku me-rivekî, ne ji bona (tûlhildanê) ne jî ji bona, ku ewa di zemîn da tevdanî dike, bikuje; îdî tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê kuştine û kîjanê merivekî jî bide jînandinê tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê daye jînandinê.” Bi sond! Li bal wan da pêxemberên me bi beratan va hatibûne. Paşê jî dîsa ji piştî hatina pêxemberan, ewan (zarên cihûyan) di zemîn da dest feşartî kirine
إِنَّمَا جَزَاءُ الَّذِينَ يُحَارِبُونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَيَسْعَوْنَ فِي الْأَرْضِ فَسَادًا أَنْ يُقَتَّلُوا أَوْ يُصَلَّبُوا أَوْ تُقَطَّعَ أَيْدِيهِمْ وَأَرْجُلُهُمْ مِنْ خِلَافٍ أَوْ يُنْفَوْا مِنَ الْأَرْضِ ۚ ذَٰلِكَ لَهُمْ خِزْيٌ فِي الدُّنْيَا ۖ وَلَهُمْ فِي الْآخِرَةِ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Bi rastî celata wanê, ku bi Yezdan û bi Pêxemberê wî ra qirînê dikin û digerin, ku di zemîn da tevdanîyî derxin ev e. Ji bo ku ewan di cîhanê da sernegûn bibin, ya ewanê bêne kuştinê, ya jî ewanê bêne dardakirinê, ya jî dest û pêyê wanê bi çîloçepî bê jêkirinê, ya jî ewanê ji welatê wan bêne derxistinê. (Eva celata hanê) ji bona wan ra di cîhanê da sernegûnî ye û ji bona wan ra di danê para da jî şapatekê mezin heye

Choose other languages: