Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #105 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَسْأَلُوا عَنْ أَشْيَاءَ إِنْ تُبْدَ لَكُمْ تَسُؤْكُمْ وَإِنْ تَسْأَلُوا عَنْهَا حِينَ يُنَزَّلُ الْقُرْآنُ تُبْدَ لَكُمْ عَفَا اللَّهُ عَنْهَا ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji wan tiştên, heke arşa wan ji bona we ra bê vekirine, hûnê bi wan sik bibin, pirsa wan (ji pêxember) nekin. Û heke hûn ji wan tiştan didanê hinartina Qur’anê da (ji pêxember) pirs bikin, ewan tiştê ji bona we ra bêne vekirinê. Yezdan (evan) ji bona we ra baxişandîne. Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e
قَدْ سَأَلَهَا قَوْمٌ مِنْ قَبْلِكُمْ ثُمَّ أَصْبَحُوا بِهَا كَافِرِينَ
Bi sond! Komalekî di berya we da (evan tiştên hanêna ji pêxemberan) pirs kiribûne; paşê (ji rika da) bi wan (pirsan) bûne file
مَا جَعَلَ اللَّهُ مِنْ بَحِيرَةٍ وَلَا سَائِبَةٍ وَلَا وَصِيلَةٍ وَلَا حَامٍ ۙ وَلَٰكِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا يَفْتَرُونَ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ ۖ وَأَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Yezdan ji bona (tu kesekî ra fermana gorîdana) bi tarişa (ku pênç salan zaye, îdî gohê wê hatîye qelişandinê; sitewr serbest hatîye berdanê) û bi wê tarişa (ku hatîye peymankirinê, heke ewa meriva ji merg û nexweşîya xwe mefa bibe, wê ewê tarişê li ser pûtan jêke) û bi wê tarişa (ku bi çêwî nêr û mê zaye, dibêjin: “Eva mê gehîjte birayê xweyê nêr.” Îdî herduk jî têne berdanê) û bi wê tarişa (tove, ku deh salan tovdaî kiribe, îdî ii pişta wî pûrt hildane; aha gotine: “Pişta vî hişk bûye ji wî tov çê nabe,” serbest berdane) ne kirîye. Lê ewanê bûne file hene! ewana (evan gotinan) bi vir li ser navê Yezdan derewan dikin. Şixwa pirê wan bi xweber jî (ji van tiştan) hişê wan nabirin
وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ قَالُوا حَسْبُنَا مَا وَجَدْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۚ أَوَلَوْ كَانَ آبَاؤُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ شَيْئًا وَلَا يَهْتَدُونَ
Û di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotinê; ewan, biryarên Yezdan hinartine hene! Werin bibin (peyrewê wan) û bibin peyrewê pêxember. Ewan (aha) gotine: “Ewan biryarên ku em rast hatin, bav û bapîrên me li ser diçûn, besê me ye.” Gelo heke bav û bapîrên wan qe tu tiştekî nizanbin û ne hatibine rêya rast jî (dîsa rêya wan, bav û kalan besê wan e).”
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا عَلَيْكُمْ أَنْفُسَكُمْ ۖ لَا يَضُرُّكُمْ مَنْ ضَلَّ إِذَا اهْتَدَيْتُمْ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! (Hûn bi xweber li xwe mêze bikin). Di gava hûn di rêya rast da bin (hûn hatibne rêya rast) ewanê ku ji rêya rast derketine, qe bi tu awayî nikarin zîyana we bikin. Şixwa fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne; îdî (Yezdanê di wê gavê da) ewan tiştên, ku we dikirin wê ji bona we ra bêje

Choose other languages: