Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #108 Translated in Kurdish

وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ قَالُوا حَسْبُنَا مَا وَجَدْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۚ أَوَلَوْ كَانَ آبَاؤُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ شَيْئًا وَلَا يَهْتَدُونَ
Û di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotinê; ewan, biryarên Yezdan hinartine hene! Werin bibin (peyrewê wan) û bibin peyrewê pêxember. Ewan (aha) gotine: “Ewan biryarên ku em rast hatin, bav û bapîrên me li ser diçûn, besê me ye.” Gelo heke bav û bapîrên wan qe tu tiştekî nizanbin û ne hatibine rêya rast jî (dîsa rêya wan, bav û kalan besê wan e).”
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا عَلَيْكُمْ أَنْفُسَكُمْ ۖ لَا يَضُرُّكُمْ مَنْ ضَلَّ إِذَا اهْتَدَيْتُمْ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! (Hûn bi xweber li xwe mêze bikin). Di gava hûn di rêya rast da bin (hûn hatibne rêya rast) ewanê ku ji rêya rast derketine, qe bi tu awayî nikarin zîyana we bikin. Şixwa fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne; îdî (Yezdanê di wê gavê da) ewan tiştên, ku we dikirin wê ji bona we ra bêje
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا شَهَادَةُ بَيْنِكُمْ إِذَا حَضَرَ أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ حِينَ الْوَصِيَّةِ اثْنَانِ ذَوَا عَدْلٍ مِنْكُمْ أَوْ آخَرَانِ مِنْ غَيْرِكُمْ إِنْ أَنْتُمْ ضَرَبْتُمْ فِي الْأَرْضِ فَأَصَابَتْكُمْ مُصِيبَةُ الْمَوْتِ ۚ تَحْبِسُونَهُمَا مِنْ بَعْدِ الصَّلَاةِ فَيُقْسِمَانِ بِاللَّهِ إِنِ ارْتَبْتُمْ لَا نَشْتَرِي بِهِ ثَمَنًا وَلَوْ كَانَ ذَا قُرْبَىٰ ۙ وَلَا نَكْتُمُ شَهَادَةَ اللَّهِ إِنَّا إِذًا لَمِنَ الْآثِمِينَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku yek ji we ketibe ber mirinê, bira ewa du merivên (pismamê) we ne, ku davdan in ji bona şîretên xwe ra şahid bigire. Û heke hûn di rêwîtîyê da bin, teşqela mirinê (di wê gavê da) bi serê we da hatibe, hûn du merivan ji wanê ku ne (pismamê) we ne ji xwe ra ji bona şîretên xwe şahidan bigirin. Heke hûn di mafê van herduk şahidên ku ne ji we ne, dudil bin (ewanê dîtin û bihîstinê xwe veşerin) hûn ewan herduk şahidan di piştî nimêjê bigirin; bira ewan herduk şahid (aha) sond bixun: “Bi Yezdan! Em bi tu cureyê (ditin û bihîstina xwe) venaşêrin û em (ewê dîtin û bihîstina xwe jî) ji bona pismamên me bi xweber be jî, bi tu tiştî nafiroşin. Şixwa heke em ewî (dîtin û bihîstina xwe veşêrin, ya jî bifroşin) di wê gavê da em dibine ji wanê gonehkar.”
فَإِنْ عُثِرَ عَلَىٰ أَنَّهُمَا اسْتَحَقَّا إِثْمًا فَآخَرَانِ يَقُومَانِ مَقَامَهُمَا مِنَ الَّذِينَ اسْتَحَقَّ عَلَيْهِمُ الْأَوْلَيَانِ فَيُقْسِمَانِ بِاللَّهِ لَشَهَادَتُنَا أَحَقُّ مِنْ شَهَادَتِهِمَا وَمَا اعْتَدَيْنَا إِنَّا إِذًا لَمِنَ الظَّالِمِينَ
Îdî heke derket, ku ewan herdu şahid jî babetê gonehkaryê bûne (şahidîya xwe rast ne gotine) bira du mîratxurên ji pismamê mirî (ku ewan herduk jî ji wan pismamên, di mîratê da xwayê par in) di şûna van herdu şahidan da, rabin şahidî bidin (aha jî) sond bixun: “BiYezdan! Şahidîya wan herdukan, ji şahidîya wan herdukan jî rastir e û bi sond! Em ji rastîyê para ne çûne. (Şixwa heke em rastîyê veşêrin) di wê gavê da em dibine ji wanê cewrkar.”
ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَنْ يَأْتُوا بِالشَّهَادَةِ عَلَىٰ وَجْهِهَا أَوْ يَخَافُوا أَنْ تُرَدَّ أَيْمَانٌ بَعْدَ أَيْمَانِهِمْ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاسْمَعُوا ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِقِينَ
Eva şahidîya bi vî awayî, ji bona ku şahid, şahidşya xwe rast bidin, ya jî şahid bitirsin (heke şahidîya wan di para da rast dernekebe) wê sonda wanê bi hinek sondê (şahidên mayî) para da derew derkebe, rêyeke çêtir e. Û hûn yezdanparizî bikin, hûn gohdarya (biryarên Yezdan bikin). Bi rastî Yezdan komalê ku ji rêya rast derkene nayne rê

Choose other languages: