Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #205 Translated in Kurdish

وَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا حَسَنَةً وَفِي الْآخِرَةِ حَسَنَةً وَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Û hinek ji merivan hene jî (aha) daxwazî dikin, dibêjin: “Xudayê me! Tu ji bona me ra di cihanê da û di dan û gavê para da ji qencîyan bide û tu me ji şapata agir biparisîne
أُولَٰئِكَ لَهُمْ نَصِيبٌ مِمَّا كَسَبُوا ۚ وَاللَّهُ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Îdî ewanê, ku ji bona wan ra ji keda ku ewa kirîye par heye, evanan in. Yezdan bi xweber jî (kirinan) zû dihijmire
وَاذْكُرُوا اللَّهَ فِي أَيَّامٍ مَعْدُودَاتٍ ۚ فَمَنْ تَعَجَّلَ فِي يَوْمَيْنِ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ وَمَنْ تَأَخَّرَ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ لِمَنِ اتَّقَىٰ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّكُمْ إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ
Û hûn di rone hijmarî da Yezdan bi perestî bîra xwe bînin (Ellahu ekber bejin) îdî (ji bona wanê ku xudaparisî dikin) heke ewan perestîne xwene (Mina) ê di durûyan da pêk bînin ya jî di durûyan da pêk neynin para dikebin, tu gunehkarî tune ye. Û hûn parisîya Yezdan bikin, hûn bizanin bi rastî hûnê hemûşk jî li bal Yezdan da bicivin
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يُعْجِبُكَ قَوْلُهُ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَيُشْهِدُ اللَّهَ عَلَىٰ مَا فِي قَلْبِهِ وَهُوَ أَلَدُّ الْخِصَامِ
Ji merivan hinek hene! Ku mijûlya wî di jîna vê cihanê de te sodret dike, ewa Yezdan ji bona tişta dilê xwe da dixe şahid (ku rastbêj e). Lê ewa bi xweber jî dijwarê ne yaran e
وَإِذَا تَوَلَّىٰ سَعَىٰ فِي الْأَرْضِ لِيُفْسِدَ فِيهَا وَيُهْلِكَ الْحَرْثَ وَالنَّسْلَ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الْفَسَادَ
Û di gava ku ewa dibe (serokê merivan) ji bona ku di zemîn da tevdanî derxe ku çan dinî û ûrtan hemûşkan teşqele bike, li bal heval û piştevanne xwe ra diçe. Yezdan bi xweber jî ji tevdanokan hez nake

Choose other languages: