Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #184 Translated in Kurdish

كُتِبَ عَلَيْكُمْ إِذَا حَضَرَ أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ إِنْ تَرَكَ خَيْرًا الْوَصِيَّةُ لِلْوَالِدَيْنِ وَالْأَقْرَبِينَ بِالْمَعْرُوفِ ۖ حَقًّا عَلَى الْمُتَّقِينَ
(Gelî merivan!) Di gava yek ji we amedeyê mirinê bibe; heke (ewî) li pey xwe malek hîştibe, bi vê nevê ye, ku ewa meriva ji bona da û bav û pismamne xwe ji wî malî şiretê bi qencîyan bike. (Evan şîretan) li ser (Xuda) parisan mafek e
فَمَنْ بَدَّلَهُ بَعْدَمَا سَمِعَهُ فَإِنَّمَا إِثْمُهُ عَلَى الَّذِينَ يُبَدِّلُونَهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Îdî kîjan ewan (şîretan) ji piştî bihîstînê biguhure, gunehê şîret guhurandinê li ser ewê ku şîretan diguhure ye. Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zan e
فَمَنْ خَافَ مِنْ مُوصٍ جَنَفًا أَوْ إِثْمًا فَأَصْلَحَ بَيْنَهُمْ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî kê ji şîretvanê bitirse, ku şîretvanê di şîretne xwe da bixelite û ya jî gunehkar be; îdî bira di nava wan (mîrat xuran û şîretvanan da) aştî bike, tu gunehkarî ji bona (aştîvanê) tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî bawergeran! Rojî li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê, ça li ser wan merivne berya we da jî bi vê nevê hatîye nivîsandinê. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parisî bikin
أَيَّامًا مَعْدُودَاتٍ ۚ فَمَنْ كَانَ مِنْكُمْ مَرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِنْ أَيَّامٍ أُخَرَ ۚ وَعَلَى الَّذِينَ يُطِيقُونَهُ فِدْيَةٌ طَعَامُ مِسْكِينٍ ۖ فَمَنْ تَطَوَّعَ خَيْرًا فَهُوَ خَيْرٌ لَهُ ۚ وَأَنْ تَصُومُوا خَيْرٌ لَكُمْ ۖ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
(Ewa rone rojî girtinê) rone bi hijmar in, îdî kîjan ji we di wan ronê rojî girtinê da nexwaş be û ya jî rêwîyê rêyan be bira wekî hijmara wan rojîyê borî di royê mayî da rojî bigire. Û ewanê ku hêza wan tune ye (ji bona rojî girtinê) hene! Ji ber her royekî rojîyê da li ser wan xurek (dana) belengazekî bi vê nevê heye. Îdî kîjan ji bona qencîyan xurek pir bide, şixwa ji bona wî ra çêtir e. Û heke hûn bizanin şixwa rojî girtin ji bona we ra qenctir e

Choose other languages: