Surah Al-Baqara Ayahs #186 Translated in Kurdish
فَمَنْ خَافَ مِنْ مُوصٍ جَنَفًا أَوْ إِثْمًا فَأَصْلَحَ بَيْنَهُمْ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî kê ji şîretvanê bitirse, ku şîretvanê di şîretne xwe da bixelite û ya jî gunehkar be; îdî bira di nava wan (mîrat xuran û şîretvanan da) aştî bike, tu gunehkarî ji bona (aştîvanê) tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî bawergeran! Rojî li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê, ça li ser wan merivne berya we da jî bi vê nevê hatîye nivîsandinê. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parisî bikin
أَيَّامًا مَعْدُودَاتٍ ۚ فَمَنْ كَانَ مِنْكُمْ مَرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِنْ أَيَّامٍ أُخَرَ ۚ وَعَلَى الَّذِينَ يُطِيقُونَهُ فِدْيَةٌ طَعَامُ مِسْكِينٍ ۖ فَمَنْ تَطَوَّعَ خَيْرًا فَهُوَ خَيْرٌ لَهُ ۚ وَأَنْ تَصُومُوا خَيْرٌ لَكُمْ ۖ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
(Ewa rone rojî girtinê) rone bi hijmar in, îdî kîjan ji we di wan ronê rojî girtinê da nexwaş be û ya jî rêwîyê rêyan be bira wekî hijmara wan rojîyê borî di royê mayî da rojî bigire. Û ewanê ku hêza wan tune ye (ji bona rojî girtinê) hene! Ji ber her royekî rojîyê da li ser wan xurek (dana) belengazekî bi vê nevê heye. Îdî kîjan ji bona qencîyan xurek pir bide, şixwa ji bona wî ra çêtir e. Û heke hûn bizanin şixwa rojî girtin ji bona we ra qenctir e
شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَىٰ وَالْفُرْقَانِ ۚ فَمَنْ شَهِدَ مِنْكُمُ الشَّهْرَ فَلْيَصُمْهُ ۖ وَمَنْ كَانَ مَرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِنْ أَيَّامٍ أُخَرَ ۗ يُرِيدُ اللَّهُ بِكُمُ الْيُسْرَ وَلَا يُرِيدُ بِكُمُ الْعُسْرَ وَلِتُكْمِلُوا الْعِدَّةَ وَلِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Di wê meha rojîyê danê, ku ewa Qur’ana ji bona merivan bi beledî (pûç û rastîyê ji hev derdixe) hatîye hinartinê. Îdî kijan ji we bigihêje wê mehê bira di wê (mehê da) rojî bigire; û kîjan ne xweş be, ya jî rêwîyê rêyan be bira wekî hijmara wan rojînê xwerî, di royê mayî da rojî bigire. Ji bo ku hûn hijmara rojîyan hemû pêk bînin û ji bo ku hûn bi payan Yezdan ji gote gotan paqij bikin, Yezdan ji bona we ra firetî di vê ji bona we ra tengasî navê. Ji ber ku ewî hûn anîne rêya rast, bi rastî dibe ku hûn sipazîya wî bikin
وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ ۖ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ ۖ فَلْيَسْتَجِيبُوا لِي وَلْيُؤْمِنُوا بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ
Û di gava bendene min pirsa min ji te kirin, (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ez li bal wan da nezîk im.” Gava yek gazî min bike, ezê pisyara wî bidim. Îdî bira ewan jî ji bona min ra pisyar bidin û bira ewan bi min bawer bikin. Bi rastî heke ewan (aha) bikin, dibe ku ewan di rêya rast da herin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
