Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #183 Translated in Kurdish

وَلَكُمْ فِي الْقِصَاصِ حَيَاةٌ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî xweyê hişan! Ji bona we ra di vê tûl hildanê da jîn heye. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parizî bikin
كُتِبَ عَلَيْكُمْ إِذَا حَضَرَ أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ إِنْ تَرَكَ خَيْرًا الْوَصِيَّةُ لِلْوَالِدَيْنِ وَالْأَقْرَبِينَ بِالْمَعْرُوفِ ۖ حَقًّا عَلَى الْمُتَّقِينَ
(Gelî merivan!) Di gava yek ji we amedeyê mirinê bibe; heke (ewî) li pey xwe malek hîştibe, bi vê nevê ye, ku ewa meriva ji bona da û bav û pismamne xwe ji wî malî şiretê bi qencîyan bike. (Evan şîretan) li ser (Xuda) parisan mafek e
فَمَنْ بَدَّلَهُ بَعْدَمَا سَمِعَهُ فَإِنَّمَا إِثْمُهُ عَلَى الَّذِينَ يُبَدِّلُونَهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Îdî kîjan ewan (şîretan) ji piştî bihîstînê biguhure, gunehê şîret guhurandinê li ser ewê ku şîretan diguhure ye. Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zan e
فَمَنْ خَافَ مِنْ مُوصٍ جَنَفًا أَوْ إِثْمًا فَأَصْلَحَ بَيْنَهُمْ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî kê ji şîretvanê bitirse, ku şîretvanê di şîretne xwe da bixelite û ya jî gunehkar be; îdî bira di nava wan (mîrat xuran û şîretvanan da) aştî bike, tu gunehkarî ji bona (aştîvanê) tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî bawergeran! Rojî li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê, ça li ser wan merivne berya we da jî bi vê nevê hatîye nivîsandinê. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parisî bikin

Choose other languages: