Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #163 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ يَكْتُمُونَ مَا أَنْزَلْنَا مِنَ الْبَيِّنَاتِ وَالْهُدَىٰ مِنْ بَعْدِ مَا بَيَّنَّاهُ لِلنَّاسِ فِي الْكِتَابِ ۙ أُولَٰئِكَ يَلْعَنُهُمُ اللَّهُ وَيَلْعَنُهُمُ اللَّاعِنُونَ
Bi rastî ewanê ku ji piştî me ewan (biryarne xwene ji salixê rêya rast e) me bi huzwartî hinartîye, ji piştî me ewan (biryaran) di pirtûkê da ji bona merivan ra daye vekirinê, vedişê-rin, hene! Yezdan ewanan ji dilovanîya xwe didehirîne û ewanê, ku hatine dehrandinê jî evanan dideherînin
إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا وَأَصْلَحُوا وَبَيَّنُوا فَأُولَٰئِكَ أَتُوبُ عَلَيْهِمْ ۚ وَأَنَا التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Ji pêştirê wanê, ku (ji kirinê xwe) poşman bûne û aştî kirine û tiştne veşartî, derxistine derva. Îdî ez jî evan dibaxişînim. Û bi rastî ez bi xweber pir baxişkarê dilovîn im
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَمَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ أُولَٰئِكَ عَلَيْهِمْ لَعْنَةُ اللَّهِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Bi rastî ewanê, ku bûne file û di gava mirin e, bi filetî jî mirin e, hene! Evan in, ku deherandina Yezdan û firiştan û merivan bi hemûtî li ser wan in
خَالِدِينَ فِيهَا ۖ لَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَ
Ewanan di deherandinê da her dimînin. Şapat liwan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê jî (ku şapata wan para bikebe)
وَإِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۖ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الرَّحْمَٰنُ الرَّحِيمُ
Û (gelî bawergeran!) Xudayê we Yezdanekî bi têne ye, ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewa ye dilovanê dilovîn

Choose other languages: