Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #164 Translated in Kurdish

إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا وَأَصْلَحُوا وَبَيَّنُوا فَأُولَٰئِكَ أَتُوبُ عَلَيْهِمْ ۚ وَأَنَا التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Ji pêştirê wanê, ku (ji kirinê xwe) poşman bûne û aştî kirine û tiştne veşartî, derxistine derva. Îdî ez jî evan dibaxişînim. Û bi rastî ez bi xweber pir baxişkarê dilovîn im
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَمَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ أُولَٰئِكَ عَلَيْهِمْ لَعْنَةُ اللَّهِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Bi rastî ewanê, ku bûne file û di gava mirin e, bi filetî jî mirin e, hene! Evan in, ku deherandina Yezdan û firiştan û merivan bi hemûtî li ser wan in
خَالِدِينَ فِيهَا ۖ لَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَ
Ewanan di deherandinê da her dimînin. Şapat liwan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê jî (ku şapata wan para bikebe)
وَإِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۖ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الرَّحْمَٰنُ الرَّحِيمُ
Û (gelî bawergeran!) Xudayê we Yezdanekî bi têne ye, ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewa ye dilovanê dilovîn
إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَالْفُلْكِ الَّتِي تَجْرِي فِي الْبَحْرِ بِمَا يَنْفَعُ النَّاسَ وَمَا أَنْزَلَ اللَّهُ مِنَ السَّمَاءِ مِنْ مَاءٍ فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا وَبَثَّ فِيهَا مِنْ كُلِّ دَابَّةٍ وَتَصْرِيفِ الرِّيَاحِ وَالسَّحَابِ الْمُسَخَّرِ بَيْنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Bi rastî di afirandina ezman û zemîn da û di newek hevbûna şev û royan da û di ki-şandina wan kelekne, ku di deryayê da bi barê xwe va bi wan tiştne ku havilin ji bona merivan ra, di gera wan da û di wê ava ku Yezdan ji ezmanan hinartîye. Îdî yezdan bi wê avê zemîn ji piştî mirina wî zinde kirîye da û di belav kirina Yezdan, ya hemû candaran di zemîn da û di hatina bayê da û di wî ewrê amedeyê di nîveka ezman û zemîn da ku li hev dizivirin, beratenê (hêca ji bona hebûna afirandokê wan) ji bona komalekî (ku bi ponijandin hiş hildidin) heye

Choose other languages: