Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #162 Translated in Kurdish

إِنَّ الصَّفَا وَالْمَرْوَةَ مِنْ شَعَائِرِ اللَّهِ ۖ فَمَنْ حَجَّ الْبَيْتَ أَوِ اعْتَمَرَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْهِ أَنْ يَطَّوَّفَ بِهِمَا ۚ وَمَنْ تَطَوَّعَ خَيْرًا فَإِنَّ اللَّهَ شَاكِرٌ عَلِيمٌ
Bi rastî “Sefa û “Merve” herduk jî ji nişanê Yezdan in. Îdî kîjan li dora xanîyê (Kabe) bigere û ya jî senedana (bi nav) Umre bike, tu zîyan li ser wî tune ye, ku ewa di nîveka wan herdu girikanda jî bigere. Û kîjan ji ber xwe qencîyekî bike bira (bizane, bi rastî Yezdan hember ya qenciya wî) dide wî. Îdî bi rastî Yezdan sipazkarê pir zan e
إِنَّ الَّذِينَ يَكْتُمُونَ مَا أَنْزَلْنَا مِنَ الْبَيِّنَاتِ وَالْهُدَىٰ مِنْ بَعْدِ مَا بَيَّنَّاهُ لِلنَّاسِ فِي الْكِتَابِ ۙ أُولَٰئِكَ يَلْعَنُهُمُ اللَّهُ وَيَلْعَنُهُمُ اللَّاعِنُونَ
Bi rastî ewanê ku ji piştî me ewan (biryarne xwene ji salixê rêya rast e) me bi huzwartî hinartîye, ji piştî me ewan (biryaran) di pirtûkê da ji bona merivan ra daye vekirinê, vedişê-rin, hene! Yezdan ewanan ji dilovanîya xwe didehirîne û ewanê, ku hatine dehrandinê jî evanan dideherînin
إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا وَأَصْلَحُوا وَبَيَّنُوا فَأُولَٰئِكَ أَتُوبُ عَلَيْهِمْ ۚ وَأَنَا التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Ji pêştirê wanê, ku (ji kirinê xwe) poşman bûne û aştî kirine û tiştne veşartî, derxistine derva. Îdî ez jî evan dibaxişînim. Û bi rastî ez bi xweber pir baxişkarê dilovîn im
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَمَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ أُولَٰئِكَ عَلَيْهِمْ لَعْنَةُ اللَّهِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Bi rastî ewanê, ku bûne file û di gava mirin e, bi filetî jî mirin e, hene! Evan in, ku deherandina Yezdan û firiştan û merivan bi hemûtî li ser wan in
خَالِدِينَ فِيهَا ۖ لَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَ
Ewanan di deherandinê da her dimînin. Şapat liwan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê jî (ku şapata wan para bikebe)

Choose other languages: