Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #19 Translated in Kurdish

اللَّهُ يَسْتَهْزِئُ بِهِمْ وَيَمُدُّهُمْ فِي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ
Yezdan bi wan tinazan dike û ji bo ku ewan di koraya xwe da bi quretî bijîn ji wan ra dan dide
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ اشْتَرَوُا الضَّلَالَةَ بِالْهُدَىٰ فَمَا رَبِحَتْ تِجَارَتُهُمْ وَمَا كَانُوا مُهْتَدِينَ
Ewan in, ku rê wundabonî, bi beledîyê kirîne. Îdî kirîn û firotana wan kar ne kirîye û ewan bi xweber jî ne hatine li ser rêya rast
مَثَلُهُمْ كَمَثَلِ الَّذِي اسْتَوْقَدَ نَارًا فَلَمَّا أَضَاءَتْ مَا حَوْلَهُ ذَهَبَ اللَّهُ بِنُورِهِمْ وَتَرَكَهُمْ فِي ظُلُمَاتٍ لَا يُبْصِرُونَ
Hecwekîya wan, wekî vê temtêla hanê; (ku yek di çola tarî da ji bona ronahîyê) agirekî hil bike (dora xwe dibîne). Îdî gava agir dora wî ronahî kirîye, heman Yezdan ronaya wan birîye û Yezdan ewan di tarîtîyê da hîştîye, îdî ewan nabînin
صُمٌّ بُكْمٌ عُمْيٌ فَهُمْ لَا يَرْجِعُونَ
Ewan (durûyan) ker in, lal in, kûr in. Îdî ewan ji temtêla xwe, li bal rastîyê da jî nafetilin
أَوْ كَصَيِّبٍ مِنَ السَّمَاءِ فِيهِ ظُلُمَاتٌ وَرَعْدٌ وَبَرْقٌ يَجْعَلُونَ أَصَابِعَهُمْ فِي آذَانِهِمْ مِنَ الصَّوَاعِقِ حَذَرَ الْمَوْتِ ۚ وَاللَّهُ مُحِيطٌ بِالْكَافِرِينَ
Û ya jî hecwekîya wan wekî temtêla wan kesne, ku ji jor da tavya şilya ewrê reşê tarî, ku têda deng, reqereqa ewr û berqetavê hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan têlîne xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber jî filehildane binê zanîna xwe

Choose other languages: