Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #22 Translated in Kurdish

صُمٌّ بُكْمٌ عُمْيٌ فَهُمْ لَا يَرْجِعُونَ
Ewan (durûyan) ker in, lal in, kûr in. Îdî ewan ji temtêla xwe, li bal rastîyê da jî nafetilin
أَوْ كَصَيِّبٍ مِنَ السَّمَاءِ فِيهِ ظُلُمَاتٌ وَرَعْدٌ وَبَرْقٌ يَجْعَلُونَ أَصَابِعَهُمْ فِي آذَانِهِمْ مِنَ الصَّوَاعِقِ حَذَرَ الْمَوْتِ ۚ وَاللَّهُ مُحِيطٌ بِالْكَافِرِينَ
Û ya jî hecwekîya wan wekî temtêla wan kesne, ku ji jor da tavya şilya ewrê reşê tarî, ku têda deng, reqereqa ewr û berqetavê hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan têlîne xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber jî filehildane binê zanîna xwe
يَكَادُ الْبَرْقُ يَخْطَفُ أَبْصَارَهُمْ ۖ كُلَّمَا أَضَاءَ لَهُمْ مَشَوْا فِيهِ وَإِذَا أَظْلَمَ عَلَيْهِمْ قَامُوا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَذَهَبَ بِسَمْعِهِمْ وَأَبْصَارِهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Nêzîk dibe, ku berqetav dîtina wan behere. Çi qa ji bona wan ra ronahî çê dibe, ewan di ronahî da diçin û di gava tarîtî li ser wan çê dibe, ewan radibin li pîya dimînin. Û şixwa heke Yezdan bivê, wê bihîstin û dîtina wan behere. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e
يَا أَيُّهَا النَّاسُ اعْبُدُوا رَبَّكُمُ الَّذِي خَلَقَكُمْ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî kesan! hûn perestîya wî Xudayê xweyê, ku hûn û ewan heyîne berya we da heyî afirandîye, bikin. Bi vî awayî bi rastî hêvî heye ku hûn xudaparisî bikin
الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ الْأَرْضَ فِرَاشًا وَالسَّمَاءَ بِنَاءً وَأَنْزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجَ بِهِ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَكُمْ ۖ فَلَا تَجْعَلُوا لِلَّهِ أَنْدَادًا وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Yezdan ew e; ku zemîn ji bona we ra xistîye binrax û ezman jî xistîye avayî. Û Yezdan ji ezman, avêk e wusa hînartîye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi wê avê ber dane derxistine. Îdî hûn jî ji bona Yezdan rêhevrêyan negirin, Loma hûn bi xweber jî dizanin, ku hevrînê wî tune ne

Choose other languages: