Surah Al-Baqara Ayahs #25 Translated in Kurdish
يَا أَيُّهَا النَّاسُ اعْبُدُوا رَبَّكُمُ الَّذِي خَلَقَكُمْ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
Gelî kesan! hûn perestîya wî Xudayê xweyê, ku hûn û ewan heyîne berya we da heyî afirandîye, bikin. Bi vî awayî bi rastî hêvî heye ku hûn xudaparisî bikin
الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ الْأَرْضَ فِرَاشًا وَالسَّمَاءَ بِنَاءً وَأَنْزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجَ بِهِ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَكُمْ ۖ فَلَا تَجْعَلُوا لِلَّهِ أَنْدَادًا وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Yezdan ew e; ku zemîn ji bona we ra xistîye binrax û ezman jî xistîye avayî. Û Yezdan ji ezman, avêk e wusa hînartîye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi wê avê ber dane derxistine. Îdî hûn jî ji bona Yezdan rêhevrêyan negirin, Loma hûn bi xweber jî dizanin, ku hevrînê wî tune ne
وَإِنْ كُنْتُمْ فِي رَيْبٍ مِمَّا نَزَّلْنَا عَلَىٰ عَبْدِنَا فَأْتُوا بِسُورَةٍ مِنْ مِثْلِهِ وَادْعُوا شُهَدَاءَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Û heke hûn dudil dibin, di wan biryarne ku me li ser bendê xweyê (Muhemmed) da hi-nartîye, hûn ji pêştirê Yezdan, gazî hemû arîkarê xwe jî bikin (heke hûn dikarin, ka) hûn jî ferkerek e wekî ferkerê wê bînin; heke hûn di doza xwe da rastin
فَإِنْ لَمْ تَفْعَلُوا وَلَنْ تَفْعَلُوا فَاتَّقُوا النَّارَ الَّتِي وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُ ۖ أُعِدَّتْ لِلْكَافِرِينَ
Îdî heke hûn ferkerkî wusa neynin û hûn nikarin jî bînin, îdî hûn xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amede kirinê ardûkê wî, kes û kevir in, biparisînin
وَبَشِّرِ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أَنَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ كُلَّمَا رُزِقُوا مِنْهَا مِنْ ثَمَرَةٍ رِزْقًا ۙ قَالُوا هَٰذَا الَّذِي رُزِقْنَا مِنْ قَبْلُ ۖ وَأُتُوا بِهِ مُتَشَابِهًا ۖ وَلَهُمْ فِيهَا أَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ ۖ وَهُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û (Muhemmed!) ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! tu mizgîna bide wan, ku bi rastî ji bona wan ra bihiştne dibinê (darê wan da) çemne avê dikişin, hene. Çi qa berêkî ji wan bihiştan ji wan ra tê dayînê (ji bihiştîyan ra) dibêjin: “Ewan berne me hêj di berê da xweribûn, evan in û hûn ji xwarin û berne cure cure ji me ra bînin.” Û ji bona wan ra di bihiştan da zone paqij hene. Û ewan bi xweber jî di bihiştan da hermanok in
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
