Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #132 Translated in Kurdish

رَبَّنَا وَاجْعَلْنَا مُسْلِمَيْنِ لَكَ وَمِنْ ذُرِّيَّتِنَا أُمَّةً مُسْلِمَةً لَكَ وَأَرِنَا مَنَاسِكَنَا وَتُبْ عَلَيْنَا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Xudayê me! Tu me herduka jî, bi gerînî ji wanê ku xwe hispartine te. Û tu ji ûrta me jî, komne, ku ji bona te ra xwe hispartine bi (afirînî û) bi gihinî û tu rê û biryarê perestîya me, bi me bide hînkirinê û tu nosîtemne me bibaxişîne. Birastî tu pir baxişgerê dilovin î.”
رَبَّنَا وَابْعَثْ فِيهِمْ رَسُولًا مِنْهُمْ يَتْلُو عَلَيْهِمْ آيَاتِكَ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَيُزَكِّيهِمْ ۚ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Xudayê me! Tu di nava ûrta me da, ji wan, pêxemberan bişîne, ku ewan ji wan ûrtê me ra beratenê te bixûnin û ewan bi wan ûrtê me, xwendina pirtûk û zanîna retkokî hîn bikin û ewan ûrtê me ji sikatîyan paqij bikin. Bi rastî tu bi xweber jî servahatê bijejkeyî
وَمَنْ يَرْغَبُ عَنْ مِلَّةِ إِبْرَاهِيمَ إِلَّا مَنْ سَفِهَ نَفْسَهُ ۚ وَلَقَدِ اصْطَفَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا ۖ وَإِنَّهُ فِي الْآخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحِينَ
Û bi rastî ji pêştirê wanê evsene tu kes ji ola Îbrahîm, rû nafetilîne. Bi sond! Me (Îbrahîm) di cihanê da hêlbijartîye û Îbrahîm di dan û gavê para da jî ji aştîkaran e
إِذْ قَالَ لَهُ رَبُّهُ أَسْلِمْ ۖ قَالَ أَسْلَمْتُ لِرَبِّ الْعَالَمِينَ
Di gava Xudayê (Îbrahîm,) ji bona wî ra gotîye: “Tu xwe hispere.” (Îbrahîm) gotîye: “Min xwe hispartîye Xudayê gerdûne”
وَوَصَّىٰ بِهَا إِبْرَاهِيمُ بَنِيهِ وَيَعْقُوبُ يَا بَنِيَّ إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَىٰ لَكُمُ الدِّينَ فَلَا تَمُوتُنَّ إِلَّا وَأَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Û Îbrahîm eva şîreta hanê ji bona zarne xwe ra bi olitî şîret kiriye û Yaqûb jî şîret kirîye (û gotîye): “Gelî zarne min! Bi rastî Yezdan ji bona we ra eva ola hêlbijartîye. Îdî hûn jî hey bihispar û misilmanî bimirin.”

Choose other languages: