Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #133 Translated in Kurdish

رَبَّنَا وَابْعَثْ فِيهِمْ رَسُولًا مِنْهُمْ يَتْلُو عَلَيْهِمْ آيَاتِكَ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَيُزَكِّيهِمْ ۚ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Xudayê me! Tu di nava ûrta me da, ji wan, pêxemberan bişîne, ku ewan ji wan ûrtê me ra beratenê te bixûnin û ewan bi wan ûrtê me, xwendina pirtûk û zanîna retkokî hîn bikin û ewan ûrtê me ji sikatîyan paqij bikin. Bi rastî tu bi xweber jî servahatê bijejkeyî
وَمَنْ يَرْغَبُ عَنْ مِلَّةِ إِبْرَاهِيمَ إِلَّا مَنْ سَفِهَ نَفْسَهُ ۚ وَلَقَدِ اصْطَفَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا ۖ وَإِنَّهُ فِي الْآخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحِينَ
Û bi rastî ji pêştirê wanê evsene tu kes ji ola Îbrahîm, rû nafetilîne. Bi sond! Me (Îbrahîm) di cihanê da hêlbijartîye û Îbrahîm di dan û gavê para da jî ji aştîkaran e
إِذْ قَالَ لَهُ رَبُّهُ أَسْلِمْ ۖ قَالَ أَسْلَمْتُ لِرَبِّ الْعَالَمِينَ
Di gava Xudayê (Îbrahîm,) ji bona wî ra gotîye: “Tu xwe hispere.” (Îbrahîm) gotîye: “Min xwe hispartîye Xudayê gerdûne”
وَوَصَّىٰ بِهَا إِبْرَاهِيمُ بَنِيهِ وَيَعْقُوبُ يَا بَنِيَّ إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَىٰ لَكُمُ الدِّينَ فَلَا تَمُوتُنَّ إِلَّا وَأَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Û Îbrahîm eva şîreta hanê ji bona zarne xwe ra bi olitî şîret kiriye û Yaqûb jî şîret kirîye (û gotîye): “Gelî zarne min! Bi rastî Yezdan ji bona we ra eva ola hêlbijartîye. Îdî hûn jî hey bihispar û misilmanî bimirin.”
أَمْ كُنْتُمْ شُهَدَاءَ إِذْ حَضَرَ يَعْقُوبَ الْمَوْتُ إِذْ قَالَ لِبَنِيهِ مَا تَعْبُدُونَ مِنْ بَعْدِي قَالُوا نَعْبُدُ إِلَٰهَكَ وَإِلَٰهَ آبَائِكَ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ إِلَٰهًا وَاحِدًا وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
Qey (gelî cihûyan!) di gava Yaqûb ketibû ber mirinê, hûn amede bûn? Di wê gavê da Yaqûb ji bona zarne xwe ra gotibû: “Gelî zarne min! Hûnê di pey min da ji bona çira perestî bikin?” Zaran ji bona Yaqûb ra gotine: “Emê ji bona Xudayê te û ji bona Xudayê bav û bapîrne te ra; Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq, ku Xudakî bi têne ye, perestî bikin. Û em bi xweber jî ji bona wî ra xwe hisparokin.”

Choose other languages: