Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #131 Translated in Kurdish

وَإِذْ يَرْفَعُ إِبْرَاهِيمُ الْقَوَاعِدَ مِنَ الْبَيْتِ وَإِسْمَاعِيلُ رَبَّنَا تَقَبَّلْ مِنَّا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Û di wê gavê da Îbrahîm û Îsmaîl xîme xanî ji zemin bilind kirine, (aha) gotine: “Xudayê me! Tu evan kirinê me, ji me litê bike. Bi rastî tu bi xweber dibêhê û dizanî.”
رَبَّنَا وَاجْعَلْنَا مُسْلِمَيْنِ لَكَ وَمِنْ ذُرِّيَّتِنَا أُمَّةً مُسْلِمَةً لَكَ وَأَرِنَا مَنَاسِكَنَا وَتُبْ عَلَيْنَا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Xudayê me! Tu me herduka jî, bi gerînî ji wanê ku xwe hispartine te. Û tu ji ûrta me jî, komne, ku ji bona te ra xwe hispartine bi (afirînî û) bi gihinî û tu rê û biryarê perestîya me, bi me bide hînkirinê û tu nosîtemne me bibaxişîne. Birastî tu pir baxişgerê dilovin î.”
رَبَّنَا وَابْعَثْ فِيهِمْ رَسُولًا مِنْهُمْ يَتْلُو عَلَيْهِمْ آيَاتِكَ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَيُزَكِّيهِمْ ۚ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Xudayê me! Tu di nava ûrta me da, ji wan, pêxemberan bişîne, ku ewan ji wan ûrtê me ra beratenê te bixûnin û ewan bi wan ûrtê me, xwendina pirtûk û zanîna retkokî hîn bikin û ewan ûrtê me ji sikatîyan paqij bikin. Bi rastî tu bi xweber jî servahatê bijejkeyî
وَمَنْ يَرْغَبُ عَنْ مِلَّةِ إِبْرَاهِيمَ إِلَّا مَنْ سَفِهَ نَفْسَهُ ۚ وَلَقَدِ اصْطَفَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا ۖ وَإِنَّهُ فِي الْآخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحِينَ
Û bi rastî ji pêştirê wanê evsene tu kes ji ola Îbrahîm, rû nafetilîne. Bi sond! Me (Îbrahîm) di cihanê da hêlbijartîye û Îbrahîm di dan û gavê para da jî ji aştîkaran e
إِذْ قَالَ لَهُ رَبُّهُ أَسْلِمْ ۖ قَالَ أَسْلَمْتُ لِرَبِّ الْعَالَمِينَ
Di gava Xudayê (Îbrahîm,) ji bona wî ra gotîye: “Tu xwe hispere.” (Îbrahîm) gotîye: “Min xwe hispartîye Xudayê gerdûne”

Choose other languages: