Surah Aal-E-Imran Ayahs #171 Translated in Kurdish
وَلِيَعْلَمَ الَّذِينَ نَافَقُوا ۚ وَقِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا قَاتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ أَوِ ادْفَعُوا ۖ قَالُوا لَوْ نَعْلَمُ قِتَالًا لَاتَّبَعْنَاكُمْ ۗ هُمْ لِلْكُفْرِ يَوْمَئِذٍ أَقْرَبُ مِنْهُمْ لِلْإِيمَانِ ۚ يَقُولُونَ بِأَفْوَاهِهِمْ مَا لَيْسَ فِي قُلُوبِهِمْ ۗ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا يَكْتُمُونَ
Û ji bo ku ewa bi wanê durû jî bizane (ka temtêla wan çiye). Ji bona wanê durûtî dikin, tê gotinê: “Hûn werin di rêya Yezdan da qirîn bikin, ya jî parisvanî bikin.” Ewan (aha) gotine: “Heke me bi qirînê bizaniya, ya jî me bizaniya we qirînekî çê be, bi rastî emê bibûna peyrewên we.” Ewan di wê royê da ji bawerîyê pirtir, nêzîkê bal filetîyê bûne. Ewan bi devê xwe, tişta qe di dilê wan da tune ye dibêjin. Yezdan bi tişta ku ewan vedişerin, ji wan çêtir dizane
الَّذِينَ قَالُوا لِإِخْوَانِهِمْ وَقَعَدُوا لَوْ أَطَاعُونَا مَا قُتِلُوا ۗ قُلْ فَادْرَءُوا عَنْ أَنْفُسِكُمُ الْمَوْتَ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Ewan rûniştine û ji bona biranê xwe ra jî (aha) gotine: “Heke ewan biranê me bi gotina me bikirinan, ewan ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî hûn mirinê ji xwe bidin paradanê.”
وَلَا تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ قُتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ أَمْوَاتًا ۚ بَلْ أَحْيَاءٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ يُرْزَقُونَ
Û hûn goman nekin, ku ewan merivên di rêya Yezdan da hatine kuştinê, mirîne, 1ê ewan dijîn, li bal Xwedayê xwe jî têne rozî dayînê
فَرِحِينَ بِمَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ وَيَسْتَبْشِرُونَ بِالَّذِينَ لَمْ يَلْحَقُوا بِهِمْ مِنْ خَلْفِهِمْ أَلَّا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewanan bi wan qencên, ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan şadoke ne. Ewanan ji bona wanê ku li pey wan mane hêj ne gihîştine wan, mizgînî didin, ku bi rastî li ser wan tu tirsa (şapatdanê) û murûzîya (ji kêm xelatîyê) tune ye
يَسْتَبْشِرُونَ بِنِعْمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَفَضْلٍ وَأَنَّ اللَّهَ لَا يُضِيعُ أَجْرَ الْمُؤْمِنِينَ
Ewanan bi wan qencî û rûmetê ji Yezdan, ku ji wan ra hatîye şa dibin û mizgînê didin, ku bi rastî Yezdan kirya bawergeran wunda nake
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
