Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #172 Translated in Kurdish

الَّذِينَ قَالُوا لِإِخْوَانِهِمْ وَقَعَدُوا لَوْ أَطَاعُونَا مَا قُتِلُوا ۗ قُلْ فَادْرَءُوا عَنْ أَنْفُسِكُمُ الْمَوْتَ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Ewan rûniştine û ji bona biranê xwe ra jî (aha) gotine: “Heke ewan biranê me bi gotina me bikirinan, ewan ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî hûn mirinê ji xwe bidin paradanê.”
وَلَا تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ قُتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ أَمْوَاتًا ۚ بَلْ أَحْيَاءٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ يُرْزَقُونَ
Û hûn goman nekin, ku ewan merivên di rêya Yezdan da hatine kuştinê, mirîne, 1ê ewan dijîn, li bal Xwedayê xwe jî têne rozî dayînê
فَرِحِينَ بِمَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ وَيَسْتَبْشِرُونَ بِالَّذِينَ لَمْ يَلْحَقُوا بِهِمْ مِنْ خَلْفِهِمْ أَلَّا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewanan bi wan qencên, ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan şadoke ne. Ewanan ji bona wanê ku li pey wan mane hêj ne gihîştine wan, mizgînî didin, ku bi rastî li ser wan tu tirsa (şapatdanê) û murûzîya (ji kêm xelatîyê) tune ye
يَسْتَبْشِرُونَ بِنِعْمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَفَضْلٍ وَأَنَّ اللَّهَ لَا يُضِيعُ أَجْرَ الْمُؤْمِنِينَ
Ewanan bi wan qencî û rûmetê ji Yezdan, ku ji wan ra hatîye şa dibin û mizgînê didin, ku bi rastî Yezdan kirya bawergeran wunda nake
الَّذِينَ اسْتَجَابُوا لِلَّهِ وَالرَّسُولِ مِنْ بَعْدِ مَا أَصَابَهُمُ الْقَرْحُ ۚ لِلَّذِينَ أَحْسَنُوا مِنْهُمْ وَاتَّقَوْا أَجْرٌ عَظِيمٌ
Ewan (bawergeran ew kesên) ku ji piştî (di qirînê da) birîndar bûne jî, ji bona Yezdan û pêxember ra pisyar dane (gava pêxember ewan gazî li bal peyçûna Qureyşîyan kirine, ewan heftê hevalên birîndar, rabûne bi Pêxember ra dane pey Qureyşîyan, ji piştî qirîna bi nav Uhûdê, navê vê qirînê Hamray Esed bûye). Hêj ji bona wan kesên ji wan, ku qencî kirine û xwedaparizî kirine kirênên mezin hene

Choose other languages: