Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #174 Translated in Kurdish

فَرِحِينَ بِمَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ وَيَسْتَبْشِرُونَ بِالَّذِينَ لَمْ يَلْحَقُوا بِهِمْ مِنْ خَلْفِهِمْ أَلَّا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewanan bi wan qencên, ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan şadoke ne. Ewanan ji bona wanê ku li pey wan mane hêj ne gihîştine wan, mizgînî didin, ku bi rastî li ser wan tu tirsa (şapatdanê) û murûzîya (ji kêm xelatîyê) tune ye
يَسْتَبْشِرُونَ بِنِعْمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَفَضْلٍ وَأَنَّ اللَّهَ لَا يُضِيعُ أَجْرَ الْمُؤْمِنِينَ
Ewanan bi wan qencî û rûmetê ji Yezdan, ku ji wan ra hatîye şa dibin û mizgînê didin, ku bi rastî Yezdan kirya bawergeran wunda nake
الَّذِينَ اسْتَجَابُوا لِلَّهِ وَالرَّسُولِ مِنْ بَعْدِ مَا أَصَابَهُمُ الْقَرْحُ ۚ لِلَّذِينَ أَحْسَنُوا مِنْهُمْ وَاتَّقَوْا أَجْرٌ عَظِيمٌ
Ewan (bawergeran ew kesên) ku ji piştî (di qirînê da) birîndar bûne jî, ji bona Yezdan û pêxember ra pisyar dane (gava pêxember ewan gazî li bal peyçûna Qureyşîyan kirine, ewan heftê hevalên birîndar, rabûne bi Pêxember ra dane pey Qureyşîyan, ji piştî qirîna bi nav Uhûdê, navê vê qirînê Hamray Esed bûye). Hêj ji bona wan kesên ji wan, ku qencî kirine û xwedaparizî kirine kirênên mezin hene
الَّذِينَ قَالَ لَهُمُ النَّاسُ إِنَّ النَّاسَ قَدْ جَمَعُوا لَكُمْ فَاخْشَوْهُمْ فَزَادَهُمْ إِيمَانًا وَقَالُوا حَسْبُنَا اللَّهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
Ewan (bawergeran ew kesên) ku gawa merivan ji bona wan ra gotine: “Bi rastî merivên (neyarên we) civiyane ji bona, bi we ra qirîn bikin, îdî hûn jî ji wan bitirsin.” Evê mijûlîya hanê, bawerîya wan pir kirîye, ewan (aha jî) gotine: “Yezdan besî me ye û Yezdan çi serkarekî qenc e
فَانْقَلَبُوا بِنِعْمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَفَضْلٍ لَمْ يَمْسَسْهُمْ سُوءٌ وَاتَّبَعُوا رِضْوَانَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ ذُو فَضْلٍ عَظِيمٍ
Îdî ewanê bawer kirine para da bi qencî û bi rûmeta ji Yezdan fetilîne qe tu sikatî jî bi wan da ne hatîye (ewanan hêj di kirîn û firotanan da kar kirine). Ewan bûne peyrewê qayîlbûna ji Yezdan. Şixwa Yezdan bi xweber jî xweyê rûmetek e mezin e

Choose other languages: