Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #109 Translated in Kurdish

يَوْمَ يَأْتِ لَا تَكَلَّمُ نَفْسٌ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ فَمِنْهُمْ شَقِيٌّ وَسَعِيدٌ
Gava ewa roya hat, bê destûra Yezdan qe tu kes napeyîve. Îdî hinek (ji wanê civîne) bê bext in ji rêya rast derketine) û hinek ji wan jî bextîyar in
فَأَمَّا الَّذِينَ شَقُوا فَفِي النَّارِ لَهُمْ فِيهَا زَفِيرٌ وَشَهِيقٌ
Îdî ewanê bê bext hene! Ewanan di agir da nin, di agir da ji bona wan ra navqutan, qîrîn heye
خَالِدِينَ فِيهَا مَا دَامَتِ السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ إِلَّا مَا شَاءَ رَبُّكَ ۚ إِنَّ رَبَّكَ فَعَّالٌ لِمَا يُرِيدُ
Ji pêştirê heke Xudayê te nevê, ku ewan derxe; ewanê di agir da heya ezman û zemîn hebin wê bimînin. Bi rastî Xudayê te çi bivê ewî bê (kemasî) bi cîh tîne
وَأَمَّا الَّذِينَ سُعِدُوا فَفِي الْجَنَّةِ خَالِدِينَ فِيهَا مَا دَامَتِ السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ إِلَّا مَا شَاءَ رَبُّكَ ۖ عَطَاءً غَيْرَ مَجْذُوذٍ
Lê ewanê bextîyar hene! ewanan di bihiştê da nin, ji pêştirê heke Xudayê te derxistina wan bivê (qe tu kes nikare ewan ji bihişte derxe) heya ezman û zemîn hebin (ewanê jî di wura da) bimînin. (Eva) xelateke bê paşî ye
فَلَا تَكُ فِي مِرْيَةٍ مِمَّا يَعْبُدُ هَٰؤُلَاءِ ۚ مَا يَعْبُدُونَ إِلَّا كَمَا يَعْبُدُ آبَاؤُهُمْ مِنْ قَبْلُ ۚ وَإِنَّا لَمُوَفُّوهُمْ نَصِيبَهُمْ غَيْرَ مَنْقُوصٍ
(Muhemmed!) Îdî tu di pûçîya perestîya wan tiştên, ku ewan jê ra perestî dikin du dil nebe. Ça di berê da bav û kalê wan perestî (ji wan pûtan ra) dikirin evan jî wekî wan dikin. Û bi rastî emê para wan (ji şapatê) bê kemasî bidine wan

Choose other languages: