Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #108 Translated in Kurdish

وَمَا نُؤَخِّرُهُ إِلَّا لِأَجَلٍ مَعْدُودٍ
Û em ewê (royî) hey ji bona wî dane hijmarî para da dihelin
يَوْمَ يَأْتِ لَا تَكَلَّمُ نَفْسٌ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ فَمِنْهُمْ شَقِيٌّ وَسَعِيدٌ
Gava ewa roya hat, bê destûra Yezdan qe tu kes napeyîve. Îdî hinek (ji wanê civîne) bê bext in ji rêya rast derketine) û hinek ji wan jî bextîyar in
فَأَمَّا الَّذِينَ شَقُوا فَفِي النَّارِ لَهُمْ فِيهَا زَفِيرٌ وَشَهِيقٌ
Îdî ewanê bê bext hene! Ewanan di agir da nin, di agir da ji bona wan ra navqutan, qîrîn heye
خَالِدِينَ فِيهَا مَا دَامَتِ السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ إِلَّا مَا شَاءَ رَبُّكَ ۚ إِنَّ رَبَّكَ فَعَّالٌ لِمَا يُرِيدُ
Ji pêştirê heke Xudayê te nevê, ku ewan derxe; ewanê di agir da heya ezman û zemîn hebin wê bimînin. Bi rastî Xudayê te çi bivê ewî bê (kemasî) bi cîh tîne
وَأَمَّا الَّذِينَ سُعِدُوا فَفِي الْجَنَّةِ خَالِدِينَ فِيهَا مَا دَامَتِ السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ إِلَّا مَا شَاءَ رَبُّكَ ۖ عَطَاءً غَيْرَ مَجْذُوذٍ
Lê ewanê bextîyar hene! ewanan di bihiştê da nin, ji pêştirê heke Xudayê te derxistina wan bivê (qe tu kes nikare ewan ji bihişte derxe) heya ezman û zemîn hebin (ewanê jî di wura da) bimînin. (Eva) xelateke bê paşî ye

Choose other languages: