Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #79 Translated in Kurdish

وَمِنْهُمْ مَنْ عَاهَدَ اللَّهَ لَئِنْ آتَانَا مِنْ فَضْلِهِ لَنَصَّدَّقَنَّ وَلَنَكُونَنَّ مِنَ الصَّالِحِينَ
Û ji wan (durûyan) ewanê (aha) peymanê didin hene: Heke Yezdan ji rûmeta xwe ji bona me ra (mal biqencî) bide, bi sond! Emê jî ji wî bacê bidin û emê bibine ji wanê arîtîkar
فَلَمَّا آتَاهُمْ مِنْ فَضْلِهِ بَخِلُوا بِهِ وَتَوَلَّوْا وَهُمْ مُعْرِضُونَ
Îdî gava (Yezdan) ji rûmeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (durûyan) bi wî malî dexesî kirine (qe ji tu xezanekî ra bi wî malî qenci ne kirine) pişta xwe dane (pevmana dayî). Şixwa ewan bi xweber jî piştanokê maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine)
فَأَعْقَبَهُمْ نِفَاقًا فِي قُلُوبِهِمْ إِلَىٰ يَوْمِ يَلْقَوْنَهُ بِمَا أَخْلَفُوا اللَّهَ مَا وَعَدُوهُ وَبِمَا كَانُوا يَكْذِبُونَ
Îdî ji ber ku ewan, ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne û ji ber ku ewan derew dikiribûne,Yezdan jî (ji piştî peyman şikênandina wan) di dilê wan da heya roya ku ewanê rastê Yezdan bên, dexesî danîye
أَلَمْ يَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ سِرَّهُمْ وَنَجْوَاهُمْ وَأَنَّ اللَّهَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ
Qey ewan (durûyan) nizanin, ku bi rastî Yezdan bi dizîyên wan û bi wan piste pistê wan dizane? Û bi rastî Yezdan bi xweber jî pirzan e bi tiştên ne xûya ne
الَّذِينَ يَلْمِزُونَ الْمُطَّوِّعِينَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ فِي الصَّدَقَاتِ وَالَّذِينَ لَا يَجِدُونَ إِلَّا جُهْدَهُمْ فَيَسْخَرُونَ مِنْهُمْ ۙ سَخِرَ اللَّهُ مِنْهُمْ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Ewanê (durû ne) ku tinaza bi wanê bawergerên baca xwe bi dilê xwe hêj pirtir dane, dikin (ji wan ra aha gotine:"Ewan baca xwe hêj pirtir didin, ji bona qayîlbûna Yezdan nadin, lê ji bona ku navê wan bê gotinê: Ewî jî hewqas bac daye.") Û bi wanê ku bawer kirine baca xwe wekî hêza xwe dane, bi awakî dinê tinaz kirine (ji wan ra jî aha gotine: "Xuda ji van zengîntir e, bira Xuda ji bona xezanan ra mal bide, ka hûn gelî bawergerên xezan! Ji bo çi hûn ji bona xezan ne mayî ra malê xwe didin?) Îdî Yezdan ewan hildane tinazan û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye

Choose other languages: