Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #69 Translated in Kurdish

وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ لَيَقُولُنَّ إِنَّمَا كُنَّا نَخُوضُ وَنَلْعَبُ ۚ قُلْ أَبِاللَّهِ وَآيَاتِهِ وَرَسُولِهِ كُنْتُمْ تَسْتَهْزِئُونَ
Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsî (ka hûn çi mijûl dibin?) Ewanê (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tiştî mijûl nabin) lê em di nava xwe da tinazan dikin û bi hev dileyîzin diçin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Qey hûn bi Yezdan û bi beratên wî û bi Pêxemberê Wî tinazan dikin?”
لَا تَعْتَذِرُوا قَدْ كَفَرْتُمْ بَعْدَ إِيمَانِكُمْ ۚ إِنْ نَعْفُ عَنْ طَائِفَةٍ مِنْكُمْ نُعَذِّبْ طَائِفَةً بِأَنَّهُمْ كَانُوا مُجْرِمِينَ
Hûn (gelî durûyan!) baxişandina xwe ji wan kirinê xwe nexwezin. Bi sond! Hûn ji piştî bawerîya xwe, bûne file. Heke em destekî ji we bibaxişînin, emê desta mayî jî bi sedema, ku ewan gonehkar bûne şapat bikin
الْمُنَافِقُونَ وَالْمُنَافِقَاتُ بَعْضُهُمْ مِنْ بَعْضٍ ۚ يَأْمُرُونَ بِالْمُنْكَرِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمَعْرُوفِ وَيَقْبِضُونَ أَيْدِيَهُمْ ۚ نَسُوا اللَّهَ فَنَسِيَهُمْ ۗ إِنَّ الْمُنَافِقِينَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Ewanê durû hene! Mêr û jinê wan jî ji hev in. Ewanan fermana bi kirina sikatîyan û bi xwe para dana ji qencîyan dikin. Ewan destê xwe (ji kirina qencîyan) digirin; Ewan Yezdan (bi vî awayî) ji bîrva kirine. Îdî ji ber vî qasî Yezdan jî ewan bîrva kirine. Bi rastî ewanê ji rêya rast derketine, ewan durû bi xweber in
وَعَدَ اللَّهُ الْمُنَافِقِينَ وَالْمُنَافِقَاتِ وَالْكُفَّارَ نَارَ جَهَنَّمَ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ هِيَ حَسْبُهُمْ ۚ وَلَعَنَهُمُ اللَّهُ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُقِيمٌ
Yezdan ji bona durûyên mêr û durûyên jin û ji bona filan ra, agirê dojê peyman kirîye, ewa ne di dojê da hey bimînin. Ewa şapata hanê besê wan e û Yezdan ewan (ji dilovanîya xwe) deherandine. Û ji bona wan ra şapateke bê paşî heye
كَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ كَانُوا أَشَدَّ مِنْكُمْ قُوَّةً وَأَكْثَرَ أَمْوَالًا وَأَوْلَادًا فَاسْتَمْتَعُوا بِخَلَاقِهِمْ فَاسْتَمْتَعْتُمْ بِخَلَاقِكُمْ كَمَا اسْتَمْتَعَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ بِخَلَاقِهِمْ وَخُضْتُمْ كَالَّذِي خَاضُوا ۚ أُولَٰئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
(Gelî durûyan!) Hûn jî wekî wanê berya xweyên: hêj ewanê berya we da; hêza wan ji hêza we zortir bûye û mal û zarê wan ji mal û zarê we pirtir bûye. Îdî ewanê (berya we, di cîhanê da) bi para xwe benga (kayf) û xweşîya xwe kirine, we jî bi para xwe (di cîhanê da) beng û xweşîya xwe kirine, ça ewanê di berya we da jî bi para xwe (di cîhanê da) benga xwe kirine û ça ewan noqê pûçatîyan bibûn, hûn jî wekî wan noqê pûçatîyan bûne. Ewanê ku kirinê wan di cîhan û di dan û gavê para da şewîtîne hene! Evan in û ewanê ku zîyan kirine, evan bi xweber in

Choose other languages: