Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #72 Translated in Kurdish

وَعَدَ اللَّهُ الْمُنَافِقِينَ وَالْمُنَافِقَاتِ وَالْكُفَّارَ نَارَ جَهَنَّمَ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ هِيَ حَسْبُهُمْ ۚ وَلَعَنَهُمُ اللَّهُ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُقِيمٌ
Yezdan ji bona durûyên mêr û durûyên jin û ji bona filan ra, agirê dojê peyman kirîye, ewa ne di dojê da hey bimînin. Ewa şapata hanê besê wan e û Yezdan ewan (ji dilovanîya xwe) deherandine. Û ji bona wan ra şapateke bê paşî heye
كَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ كَانُوا أَشَدَّ مِنْكُمْ قُوَّةً وَأَكْثَرَ أَمْوَالًا وَأَوْلَادًا فَاسْتَمْتَعُوا بِخَلَاقِهِمْ فَاسْتَمْتَعْتُمْ بِخَلَاقِكُمْ كَمَا اسْتَمْتَعَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ بِخَلَاقِهِمْ وَخُضْتُمْ كَالَّذِي خَاضُوا ۚ أُولَٰئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
(Gelî durûyan!) Hûn jî wekî wanê berya xweyên: hêj ewanê berya we da; hêza wan ji hêza we zortir bûye û mal û zarê wan ji mal û zarê we pirtir bûye. Îdî ewanê (berya we, di cîhanê da) bi para xwe benga (kayf) û xweşîya xwe kirine, we jî bi para xwe (di cîhanê da) beng û xweşîya xwe kirine, ça ewanê di berya we da jî bi para xwe (di cîhanê da) benga xwe kirine û ça ewan noqê pûçatîyan bibûn, hûn jî wekî wan noqê pûçatîyan bûne. Ewanê ku kirinê wan di cîhan û di dan û gavê para da şewîtîne hene! Evan in û ewanê ku zîyan kirine, evan bi xweber in
أَلَمْ يَأْتِهِمْ نَبَأُ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ قَوْمِ نُوحٍ وَعَادٍ وَثَمُودَ وَقَوْمِ إِبْرَاهِيمَ وَأَصْحَابِ مَدْيَنَ وَالْمُؤْتَفِكَاتِ ۚ أَتَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ ۖ فَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Qey mijûlîya (ji temtêla) wan komalên, ku di berya wan da (borine) ji komalê Nûh û komalê A´d û Semûd û ji komalê Îbrahîm û rûniştîyên (bajar) ê Medyenê û ji komalê (Lût) ku (bajarên wan bi serê wan da dêriz bûye) ji bona wan ra ne hatibû? Pêxemberên wan li bal wan da bi beratên ber çavî va hatibûne. (Lê ewan bi wan pêxemberan bawer ne kiribûne, ji ber vîqasî rastê xeşma Yezdan hatine). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
وَالْمُؤْمِنُونَ وَالْمُؤْمِنَاتُ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ يَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَيُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَيُطِيعُونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ أُولَٰئِكَ سَيَرْحَمُهُمُ اللَّهُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û ewanê bawer kirine hene! Mêr û jinê wan ji hev in: Hinekê wan serkarê hinekê wan in. Ewanan fermana (bi kirina) qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewan nimêja xwe dikin û baca (malê xwe) didin û ewan bi gotina Yezdan û Pêxemberê Wî dikin:Yezdanê di nêzîk da li wan dilovanî bike. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye
وَعَدَ اللَّهُ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَمَسَاكِنَ طَيِّبَةً فِي جَنَّاتِ عَدْنٍ ۚ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللَّهِ أَكْبَرُ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Yezdan ji bona bawergeran; çi mêr û çi jin, peymana wê bihişta ku di binê wê da çem dikişin û di bihişta xurinanê (bi nav) Adinê da jî êwirên tîtal daye, ewanê di wura da hey bimînin. Û şixwa qayîlbûneke ji Yezdan ji bona wan ra ji vê (peymana hanê) hêj pirtir û mezintir heye. Serfirazîya mezin eva ye

Choose other languages: